Serok Barzanî li gel dîplomat û akademisyenên cîhanî civiya
Îro dûşem 31.03.2014 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Endamên Konferansa salaneya Peymangeha Rojhilata Navîn li Washington kir ku ji hejmarek akademî û siyasetmedar û dîplomatkarên cîhanî û Erebî û navçeyî pêkhatibûn ku li nav wan de xanima Wîndî Çembêrlîn Seroka Peymangeha Rojhilata Navîn li Washington û Elî Debax Peyvdarê berê yê Hikûmeta Iraqê û her wiha nûnerê taybetî yê Brîtanya yê karubarê Sûriye û nûnerê Wezareta Derveya Îranê, her wiha çendîn akademî û dîplomatkarê Iraqî, Îranî, Kuwêtî, Sû’ûdî, Misrî, Lubnanî, Îmaratî, Çînî, Fransî, Brîtanî, Elmanî û Amerîkayî pêkhatibûn.
Di destpêka vê kombûnê da xanima Wîndî Çembêrlîn Seroka Peymangeha Rojhilata Navîn li Washington bi navê şandê ji bo rexsandina vê hevdîtinê gelek spasiya Serok Barzanî kir û behsa kar û çalakiyan û kombûna salaneya Peymangeha Rojhilata Navîn kir ku îsal li bajarê Hewlêr hatiye bestin ku bi rêya duyema diyalog hatiye nasîn û akademî û siyasiyên cîhanê bi hevbeşî encam didin û pêşniyar û çareseriyê ji bo qeyranan pêşkêşî dewletan dikin.
Li kombûnê da Serok Barzanî gelek bi germî bi xêrhatina mîhvanan kir û hêvî xwest demeke xweş li Kurdistan bi ser bibin û li karên xwe de jî serkeftî bibin. Paşê birêz Serok Barzanî li gotarek de bi kurtî behsa dîroka siyasiya Iraqê û çawayiya dirustbûna dewleta Iraqê û ew kêşe û giriftên li van salên derbasbûyî de li ser gelên Iraqê hatiye ji bo amadebûyan şîrove kir û balkişand li ser wê yekê ku her çende Iraq li dû neteweyên serekî pêkhatiye û diviya Kurd li Iraqê da şerîk bê lê belê gelê Kurd hatiye bêbeş kirin û tûşî êş û jan û jenosaydê hat û li salên bîstî yê sedsala derbasbûyî heta 1991 şerê bergiriyê li man û nasnameya xwe dikir. Serok Barzanî eve jî behs kir ku gelê Kurd xebata çekdarî li ser de hate sepandin û li vê rêyê da tu demekî amade nebû hêviya xwe bi teqandin û teror û tolhildanê bibe û rê jî neda şerê Kurd û desthilata Bexda bibê şerê neteweya Ereb û neteweya Kurd.
Li dirêjahiya axaftina xwe de Serok Barzanî rûxana rejîma Be’esê ya li sala 2003 bi derfetek zanî ku Iraqî hewl bidin dewletekî nû li ser bingeha federalî û demokrasî û hevdû qebûlkirinê û her wiha şeraketa rastîn dabimezrênin. Ji bo vê mebestê Herêma Kurdistanê beşekî girîngê proseyê dûbare binyatnana Iraqê bû û destûrek hate nivîsîn ku hemû aliyek li ser rêkkeftin û zêdetirê xelkê Iraqê jî deng ji bo wê da. Her di derbarê vê behsê ve Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku mixabinî destûr nehat bi cîh kirin û bi sedema êrîş û tehdîda teror û eşîriyê kêşeyan kûrtir kirin. Serok Barzanî wê yekê ji bo amadebûyan zelal kir ku hê jî çanda xwe sepandin û vegerana dîktatoriyet li Bexda dest bilinde û bi çavê paşko û pêvekê temaşa Kurdistanê dikin.
Di derbarê siyaseta nefta Herêma Kurdistanê jî Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku Herêma Kurdistanê hengavekî dijî destûr neavêtiye û li gor rêkeftina di navbera Herêma Kurdistanê û Bexda heta derxistina yasaya neft û gaz her dû alî dikarin peymanên neftê mohr bikin. Serok Barzanî ji bilî balkişandina kêşeyên vê dawiyê û birîna mûçe û maaşê hemwelatiyên Herêma Kurdistanê tekez li wê yekê kir ku eger desthilatdarên Bexda berdewam bin li binpêkirina destûrê û bixwazin li rêya tehdîd û êrîş û birîna budçeya Herêma Kurdistanê zextê li ser Herêma Kurdistanê bikin wê demê em neçarîn rêyeke din li ber bigrin. Li gel wan hemû yan jî Herêma Kurdistanê li wê baweriyê da ye ku hê jî derfet maye ew girift bêne çareser kirin ew jî vegerana li ser destûr û berçavgirtina şeraketa rastîne. Serok Barzanî eve jî xisterû ku Kurd Iraqekî dixwaze ku rêz li îradeya hemû aliyek bigrê û rê nede takekesek bibê çavkaniya êrîş û tehdîdê li ser jiyana xelkê û Iraqê û li wateya dewletbûnê betal bike.
Piştî axaftina birêz Serokê Herêma Kurdistanê amadebûyan di derbarê paşaroja Kurd li Iraq û hilbijartinên Iraqê û her wiha qeyrana Sûriye û peywendiyên Herêma Kurdistanê li gel cîranan hejmarek pirsiyar pêşkêşî Serok Barzanî kirin û birêz Serokê Herêma Kurdistanê jî bersîva wan pirsiyaran da.