Polîtîk

Serok Barzanî ji Duhokê dest bi guhertina berprisan dike

Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî di van rêjên nêzîk de serdana wîlayeta Duhokê dike û di çarçoveyê serdana xer de dê dest bi guhertina hijmareke berprisên hikûmî û îdarî bike.

Feysel Debax sekreterê mediyayê yê mekteba serokê Kurdistanê, li dor serdana serok Barzanî bo Duhokê di daxuyaniyekê de got ku ew guhertinên li Duhokê dibin tu peywendî bi bûyerên vê dawiyê yên Zaxo û Duhokê ve nîne: 

Dê gelek berprisên hikûmî û îdarî li sînorê wîlayeta Duhokê bên guhertin, lê van guhertinan tu têkelî  bi bûyerên Zaxo û Duhokê ve nîne. Ew guherînin karekî rotînîye û demeke biryar li ser guhertina wan berpirsan hatiye dan.

Her li ser meseleya serdana Mesûd barzanî serokê Kurdistanê bo Duhokê û encamdana guhertinan di postên hikûmî û îdarî de, Cefer Îbrahî berdefkê polîtbûroya PDK ji rojnameya War re got:

Serok Barzanî ji bo lêpirsîna bûyerên Zaxoyê komîteyek pêkanîye û wê komîteyê rapora xwe pêşkeş kiriye. Tu kesên ser bi PDK di wê komîteyê de cî nagirin. Ji ber hindê em nizanîn encamên lêpirsîna komîteyê çine. 

Îbrahîm got ku hikûmeta herêma Kurdistanê, ne PDK dê wan guhertinan bike û got:

Weke PDK heta nuha em tu bername nînin berpirsên Partî biguherîn. Dema encamên lêpirsînê eşkere bibin, eger Partî bi pêdivî bibîne dê guhertinan di postên berpirsên PDK de bike.

 

Back to top button