Serok Barzanî hevkarê çareserkirina kêşeya YNK ye
Îro şemî 15.02.2014 li Selahedîn li çarçêweya wan rêze civînên li gel hêzên siyasiyê Kurdistanê da heye, birêz Mesûd Barzanî li gel Kosret Resûl, Hêro Îbrahîm Ehmed, Mela Bextiyar, Îmad Ehmed û hejmareke dinê Endamên Mekteba Siyasiya Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê civiya.
Di destpêka vê kombûnê da Endamên Mekteba Siyasiya Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê bi xêrhatina Serok Barzanî kirin û Serokê Herêma Kurdistanê jî behsa encamên wê serdanê kir ku ji bo çend welatekî Ewrûpa li çend heftiya derbasbûyî de hebû.
Mijareke dinê kombûnê taybet bû bi axaftina li ser giriftên navxweyiyên YNK û piştî agahdarbûna Serokê Herêma Kurdistanê ji naveroka wan kêşeyan Serok Barzanî amadehiya xwe nîşan da ku hevkar û yarmetîderê wan bê ji bo çareserkirina kêşeyan û balkişand li ser wê yekê kupêwîste ev cûre kêşe bêne çareser kirin ji ber ku mayîna wan bandorê li ser pêvajoya giştiya Kurdistanê jî dike. Li vê kombûnê da di derbarê çareseriya kêşeyên navxweyiyên YNK komek biryar hate derxistin.
Damezrandina kabîneya heştema Hikûmeta Herêma Kurdistanê mijareke dinê vê hevdîtinê bû û amadebûyan tekez li wê yekê kir ku pêwîste hêzên siyasiyan lezê li ser pêvajoya danusandinê bikin û li demeke kurt da bigihin encam û Hikûmeta nû bê ragihandin. Her di derbarê vê mijarê de Mekteba Siyasiya Yekîtiya Niştîmanî bîr û ramanên xwe ji bo Serok Barzanî xistin rû. Li beranber da jî Serok Barzanî soz da ku li hewlên xwe da berdewam bê û li gel hêzên siyasiyên din jî kombibê.
Axaftina li ser pêşhatên dawî ya siyasî û emniyên Iraqê û her wiha peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexda beşekî dinê vê kombûnê pêkanîn.