Serok Barzanî êrîşa terorîstî ya li Moskovayê şermezar kir
Serok Mesûd Barzanî êrîşa terorîstî ya li Moskova paytexta Rûsyayê şermezar kir. Serok Mesûd Barzanî li ser hesabê xwe yê medya civakî X di derbarê êrîşa li salona konserê ya li Moskova ya paytexta Rûsyayê de daxuyaniyek belav kir.
Barzanî got:
“Em êrîşa terorîstî ya ku şeva borî li Moskovayê sivîlên bêguneh kir armanc bi tundî şermezar dikin”. Barzanî di peyama xwe de got: ” Em hevxemiya xwe ji malbatên qurbaniyan re radigihînin û êşa gel û hikûmeta Rûsyayê parve dikin”.
Çi qewimî?
Şeva borî (22.03.2024) li Moskova paytexta Rûsyayê, di encama êrişa ser navenda kirîn û firotinê ya Crocus City Hall, ku salona konserê ya mezin tê de ye, 115 kesan jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 145 kes jî birîndar bûn. Li gor şahidan, herî kêm 4 çekdar gule barandine.
Hat ragihandin ku di avahiya ku salona konserê lê ye şewat derketiye û hejmarek zêde hêzên ewlehiyê sewqî cihê bûyerê hatine kirin.
Di daxuyaniya Kremlînê de Rêveberê FSBê Aleksandr Bortnikov, ku bi Pûtîn re hevdîtin pêk anî, ragihand ku tevî 4 terorîstên ku rasterast di êrîşa terorê de cîh girtine 11 kes hatine girtin.
DAIŞê berpirsiyariya êrîşê girt ser xwe
DAIŞê bi rêya kanala Telegramê ya rêxistinê berpirsyariya êrîşa Moskovayê girt ser xwe.
Di daxuyaniya DAIŞê de weha hat gotin:
“Çekdarên Dewleta Îslamî li bajarê Krasnogorsk ya ser bi Moskovayê êrîşî kombûnek mezin a xiristiyanan kir, di encamê de bi sedan kes hatin kujtin û birîndarkirin û berî ku bi silametî vekişin di bingeha wan de wêraniyek mezin çêbû”.