Polîtîk

Serok Barzanî: Eger Ellawî bikarê bêyî Kurd û Sûnne kabîne pêkbîne, bila jêre pîroz be

Serok Barzanî: Eger Ellawî bi bêyî beşdariya Kurd û Sûnne kabîneya xwe pêkanî, jêre pîroz be

Serok Mesûd Barzanî li hevpeyvîneke li gel kanala Zagrosa Erebî, behsa çend pirsekî niha ya Herêma Kurdistan û Iraq û navçeyê kir û helwesta xwe jî li hemberî wan derbirî.

Serok Barzanî ragihand, xwepêşandanên niha perçe kirdarê şikestên berê ne û pêwîste kar li ser çêkirina şaşiyan bikin ku bûne sedema wan şikestan û got: “Di destpêkê ve me piştevaniya xwe ji bo xwepêşanderan kiriye û daxwaza wan rewaye, lê belê li gel ewe da jî me daxwaz kiriye, çareseriyeke aştiyane hebê û rê bi kesên derfetperest nedin siwarê lehiyê bibin”.

Serok Barzanî tekez jî li wê yekê kir ku Hewlêr dibê cîheke guncave ji bo mîhvandarîkirin û civîna di navbera serkirdeyên siyasî û nûnerên xwepêşanderan ya ji bo peydakirina çareseriyeke guncaw û derçûna ji wê qeyrana niha ku welat de heye”.

Ji bo temaşekirina videoya vê hevpeyvînê ji kerema xwe li ser vê nivîsê bitikînin..

 

Back to top button