Cîhan

Serok Barzanî çi ji kê fêrbûye

Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî di peyama xwe ya vê dawiyê de ku, li ser pirsa seroaktiya herêma Kurdistanê ji raya giştê ra belav kiribû, di beşekê wê peyamê de eşkere dike ka ew çi ji kê fêr bûye.Barzanî dibêje:- Ez xwe bi xwendekarê xwendingeheke pîroz datînim. Ez ji Şêx Abdulselam Barzanî fêrî kultûra pêkvejiyan û qurbanîdana ji bona serxwebûna Kurdistanê bûm. Ji Şêx Ahmedê Barzanî fêrî wê yekê bûm ku dîn, pêş hemû tiştekî, exlaq e û bîr û bawerî jî ji qeyd û zincîran bi hêztir e. Ji mela Mistefayê Barzanî fêrî jiyana Pêşmergayetî û cangoriyê bûn.Yekem tişt jî ku ji dûrî bav û malbata xwe fêr bûm, dayika min ez fêr kirim ku ew jî rastgoyî bû. Ji terîqet û Mewlana Şêx Xalidê Neqşebendî fêrî tehemmulê bûn. Ji Partî û şoreşa Îlon û şoreşa Gulanê fêrî Yan Kurdistan Yan Neman bûm. Herwerwesa fêr bûm bi hêviyî ve ber bi paşarojê ve biçim. Ji dayiikên şehîdan fêrî berxwedana berdewam û xweragiriyê bûm û ji Pêşmerge jî fêrî berxwedan û redkirina hemû îradeyeke xweferizker bûm. Min baweriyeke timam jî bi wê yekê heye serkeftina gelê Kurdistanê di yekrêziyê de ye û serhildana 1991ê nîşan da ku yekrêzî şertê serkeftinê ye.

Back to top button