Polîtîk

Serok Barzanî bi tundî terorîstên Musilê şermezar kir

Piştî rûdawên ketina bajarê Musilê û kontrolkirina navçeyekî zêdeyê parêzgehên Musil û Selahedînê ji aliyê çekdarên terorîstan ve bû sedema koçberbûna sedanhezar hemwelatî û runiştvanên van navçeyan û niha ji navbirin û teqandina mezargeh û cihên pîrozên xelkê bajarê Musilê destpêkiriye. Reftarên bi vî awayî yên çekdarên terorîstan dijî hemû bingehên rewşt û ehleqî û bihayekî asmanî û însaniye û mîrasa dîrokiya vê bajarî û rewşa demografiya navçeyê dike armanc. 

Gelek bi tundî teqandina mezargehê pêxember û şûnewarên pîroz û ev reftara nemedenî û şermezar dikin ku çekdarên terorîst li dijî olên asmaniyan û kultûr û dîrok û pîroziyên xelkê encam didin. Hêvîdarim misilmanên rastîn vê biçûkxistina mezin qebûl nekin û divê terorîst baca van tawanên mezin bidin.

Mesûd Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

26.07.2014

Back to top button