Serok Barzanî bi serkirdeyên Hevpeymaniya Çarçoveya Hevahengiyê re civiya
Serok Barzanî bi serkirdeyên Hevpeymaniya Çarçoveya Hevahengiyê re civiya û li ser çareserkirina kêşeyên Herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî li gor yasa û destûrê hevnêrîn bûn.
Serok Mesûd Barzanî li Bexdayê li mala Serokê Tevgera Hîkme, bi berpirsên Hevpeymaniya Çarçoveya Hevahengiyê civiya û çendîn mijarên girîng gotûbêj kirin.
Di hevdîtinê de, Serok Barzanî û serkirdeyên Çarçoveya Hevahengiyê hevnêrîn bûn ku li ser çareserkirina kêşeyên hilawîstî yên di navbera her du hikûmetan de li gor yasa û destûra Îraqê de berdewam bin.
Di civînê de tekezî li ser yekgirtina helwesta niştimanî li ser mijarên curbicur ên girêdayî berjewendiyên Iraqê û berdewamkirina hewlên ji bo çareserkirina kêşeyên hilbijartina Serokê Parlamentoya Iraqê û alîkariya hêzên siyasî yên pêwendîdar ji bo çareserkirina wan hate kirin.
Ev yek di demekê de ye, di civînên Serok Barzanî bi Serokwezîrê Iraqê û beşek ji serkirdeyên Iraqê re, guftûgo li berdewamiya hevahengiya di navbera Bexda û Hewlêrê de hate kirin û herwiha tekezî li ser çareserkirina hemû pirsgirêkan hate kirin.