Civak

Serok Barzanî bi minasebeta 70 saliya damezrandina Yekîtiya Jinan peyamek belav kir 

Serok Barzanî bi minasebeta 70 saliya damezrandina Yekîtiya Jinên Kurdistanê peyamek belav kir û tê de ragihand: ‘’Yekîtiya Jinên Kurdistanê yek ji girîngtirîn destkeftên şoreşa mezin a Îlonê ye.’’

Serok Barzanî bi boneya 70 saliya damezrandina Yekîtiya Jinên Kurdistanê peyamek belav kir û spasiya hemû endamên rêxistina we ya têkoşer û hemû jinên Kurdistanê kir.

Di peyama xwe de Serok Barzanî got:

“Yekîtiya Jinên Kurdistanê yek ji girîngtirîn destkeftên Şoreşa Mezin a Eylûlê ye û ji bo perwerdekirin û hişyarkirina jinên Kurdistanê û berfirehkirina beşdariya wê di jiyana siyasî û têkoşîna gelê Kurd de bû amûreke girîng û bi bandor. Di vê qonaxê de erkê we di warê hişyariya netewî, perwerdekirina jinan û parastina mafên medenî û siyasî yên jinan de gelek giringe. doza gelê me û parastina maf û daxwazên jinan, ji we re serkeftinê dixwazim.”

Back to top button