Nivîsar

Serketina ”erêgira” pêwist e, ferz e û şert e…

Roj; yek ji wan roja dîrokî ye, roj rojekî pir hêja, delal û qedirbiha ye, roj roja xwedîhîmbûn û xwedîstûnbûn e, roj roja xwedîxîretbûnê ye… Ev derfet û keys ya ku ketîye destê Kurda, di dîroka Kurda da bêhempa ye û wusa jî zêrîn e…Belê, biryara referandûmê dîrokî ye. Lê herî girîngtir, giranbihatir û hêjatir biryara ”erênîya” referandûmê ye, encamgirtina ”erêgira” ye…Wan derfet, destdarî û destketîyên ku li ber çav in, nîşana dema lidarxistina referandûmê ye. Dem jî, biryar jî di cî da ne, pîroz in. Vê tevgera hanê di heman demî da, pêngava ”milletbûn”, kamilbûn û gihîştina ”netewbûnê” jî xurttir dike. Rewş, şert û şûrt kamil û gihîştî ne. Piranîya gelê Kurd jî tê gihîştine ku êdî dem hatiye…Lê sed carî heyf û mixabin ku hin mêjîyên kevneperest, kamilnebûyî û tênegihîştî henin ku ji xulamtî û peyagerîya dagirkira xwe nikarin azad bikin, bi serê xwe ji bûna xwe û ji bûna berjewendîya gelê xwe ”nikarin” biramînin, yan jî bi serbestî û azadî, biryara pêşeroja xwe ya ronîdar nabînin, naxwazin bibînin. Mêjîkole ne! Nikarin û naxwazin xwe ji wan nêrînên jarketî va azad bibin…Meriv tim û tim ji gotin, vegotin û sedemokên dagirkira fam dike, bêminnet in, lê yên qaşo ”demoqratên” derdor û hin ”Kurda” fam nake.Dijmin û xêrnexwazên Kurda; ji Filistînîya ra azadî û dewletekî serbixwe wekî mafekî xwezayî û ferz dibînin, aşîtîya rojhilata navîn jî girêdayî dewletbûna Filistînîya dikin… Lê ya Kurda ”na” yekî mezin e… Pirsa ”ma gelo çima?” bi rastî jî hem qomedî û hem jî trajedîya Kurda tîne ziman.Yan jî qewlî tê gotin; ger Kurd azadî û serxwebûnê bixwazin wê Laz jî û wê Besra jî azadî û serxwebûna xwe bixwazin… Çîroka Mirze-Meheme dûbare tê kirin… ”Dibê ku Kurd hergav kole bin, û tu cara doza azadîya xwe nekin”!!!”Di warê nêrîna olî da jî; tu welat û milletekî ”islamî” li ger Kurda nînin, li dijî referandûmê ne… Ji bilî Îsraîlê(neislam)…Ji alî hin Kurda jî, de ka kerem bikin li hin ”sedemoka” godarî bikin; Dizek in, meaşê me nadin, av tune ye, nan tune ye, elektrîk tune ye, kêm e, hew gendalî heye, loma em referandûmê naxwazin… Baş e; hemin ku Bexda meaş, elektrîk, av û nan dide, ma hûn dê bêjin bijî Bexda?! Pirsgirêka sereke nan û av e, yan jî nasname û hebûna meriv e!? Yan jî li gorî biryara Qendîlê ku di ”Rojnews” da jî derket; dijîtîya hem referandûmê hem jî serxwebûnê eşkera û dîyarkirî ne. Bersivên wan jî ev in; Ki û ji kîjan alî dibe bila bibe, lo bila ”erenî” ji bûna serxwebûna Kurdistanê derê lo ji kî û ji çi alî dibe bila bibe, qet ne xem e… Bila ku pêwistiya gelê Kurd bi referandûmê, bi milletbûnê, bi netewbûnê, bi azadîyê, bi serxwebûnê heye… Çawa ku meriv bê nan û bê av nikaribe bijî, gelekî, milletekî, netewekî jî bê welat, bê azadî, bê serxwebûn nikare bijî, hindabûn qeder nîne…Çarmedorên Kurda bi tevî dagirkira, tev bi hevdû ra li def û zirnêya ”nagira” lê didin, û hinekên wan doza texîrkirinê hinêkên wan jî betalkirina referandûmê daxwaz dikin. Nexwe Kurd bi xwe yan jî bi serê xwe, îradeya xwedîbiryara xwe ”nikare” bibe!!! Fenî ku dihat gotin; ”Kurd û bisiqlêt”, îcar ne bisiqlêt e, vê carê referandûm e, pêngava azadîyê ye, gihîştin û kamilbûna milletbûn û netewbûn e, û serxwebûn e…Dibê ku meriv dev ji qulqulîka berde, û li sedemoka negere.Şer, şerekî pir giran e, şer şerê hebûn û tunebûnê ye…Dîrok tê guhartin û dibê ku Kurd bi xwe dîroka Kurda binivisînin, loma roja referandûmê pir girîng e.Ne tenê carekî lê bi hezar cara ji referandûmê ra ”ERÊ”, ”erê” û dîsa jî ”erê”…Bi slavên germ.Îlhamî Can[email protected]

Back to top button