Şerê PKKê prtiyên Rojhilat nêzikî hev kir
Li Gora nûçeyek ya Rûdawê, partiyên Kurdistana Rojhilatê Kurdistanê piştî şerê PKK li himber PDKÎ , nêzikî hevûdin dibin.Partiyên Rojhilatê Kurdistanê dibêjin, aloziya navbera pêşmergeyên PDKÎ û gerîlayên PKKê dê bibe sedema lihevnêzîkbûn û xurtbûna yekrêziya navbera wan bi taybet her du partiyên Demokrat.Hat zanîn ku du rojan piştî derketina şer û aloziya navbera PDKÎ û PKKê, partiyên PDK û PDKÎ, Komeleya Şoreşger û Sazimana Xebata Kurdistana Îranê li hev kom bûne.Li gorî endamê Polîtburoya Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistanê Enwer Mihemedî, êrişa gerîlayên PKKê li ser pêşmergeyên PDKÎ tenê li dijî PDKÎ nehatiye kirin li dijî partiyên din jî hatiye kirin.PDKÎ jî dibêje, ew şerê ku qewimî şerê hemû hêz û aliyên Rojhilatê Kurdistanê li hember hêzekê ye ku dixwaze pêşiya xebata wan bigire.Endamê Polîtburoya PDKÎ Nezîf Qadirî dibêje, PKK dixwaze pêşiya xebat û çalakiyên hemû hêzên Rojhilatê Kurdistanê li ser sînoran bigire.Partiyên Rojhilatî dibêjin, ne PKK ne ti hêzeke din nikare pêşiya çalakiyên wan bigire.Endamê Polîtburoya PDKê Omer Balekî jî dibêje, deverên sînorî yên navbera Başûr û Rojhilat ji berê ve cih û baregehên hemû hêzên kurdî bûne û divê ji bo xebatên partiyên Rojhilatî vekirî bin.Rayedarên her du partiyên Demokrat jî dibêjin, bi şandina pêşmergeyên her du partiyan bo deverên sînorî, deriyê xebata hevbeş di navbera her du partiyan de, ku 8 sal in hatiye girtin, dê vebe.Li gorî endamê Polîtburoya PDKê Omer Balekî, derfeta karê hevbeş her dem hebûye lê ev rewşa ku niha çêbûye dê bibe sedema nêzîkîbûna hemû aliyan bi taybet her du partiyên Demokrat.Endamê Polîtburoya PDKÎ Nezîf Qadirî jî dibêje, belkî hinek arîşe û nakokî di navbera me û PDKê de hebin lê ew nakokî nabin asteng li pêşiya hevkarî û xebata hevbeş.