Civak

Şerê navbera Pêşmerge û DAİŞê berfireh dibe

Vê sibê li ser rêya navbera Rebîe û Şingalê bombeyek bi karwanekî Hêzên Pêşmerge de teqiya û di encam de Pêşmergeyek şehîd bû û 5 jî birîndar bûn.

Derbarê bûyerê de çavkaniyekê ji Hêzên Pêşmerge agahî dan BasNewsê û got: ‘’Li devera Şinêrpa ya di navbera Rebîe û Şingalê de bobeyek li ser rêya Hêzên Pêşmerge hatibû danîn, dema karawanê Pêşmergeyan derbas bû bombe teqiya û bû sedema şehîdbûna Pêşmergeyekî û 5 jî birîndar bûn.’‘

Hêjayê gotinê ye ew pêşmergeyên bûne qurbanî ser bi Hêza Helgurd in. Herwiha ji şevê din ve çekdarên DAİŞ’ê li devera Şingalê dest bi êrîşan kirine. Evna jî di demekê de ye ku doh General Ebû Welîd ji cepheya şer a Tilefer reviya û xwe radestî Hêzên Pêşmerge yên Şingalê kir.

Nûwar Feqê/Bas

Back to top button