Şerê li ser kursiya Celal Talebanî
Piştî nexweşketin û mirina Celal Talebanî, rewşa navxwe ya Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) bi awayekî ber bi çav tevlî hev bûye, kes bi kesê nine, bê serok û bê rêber maye û her endamekî serokatiya wê partiyê xwe bi mîratgirê Talebanî dizane.Yekemîn nakokiya di nav YNKê de li ser kursiya seroaktiya Komara Îraqê, kursiya Celal Talebanî li Bexdayê, dest pê kir. Hevrikî di navbera Berhem Salih û Fuad Mesûm de bû û malbata Talebanî piştgiriya Mesûm kir û Berham Salih nikarî posta serokomariya Îraqê werbigire, her çiqas kandîdek bi hêz bû û ev bû sedema ku Salih ji YNKê îstîfa bike û partiyek nû ava bike.Niha şerê mezin li ser posta sekreteriya YNKê ye û malbata Talebanî rê nade ew post ji bo kesk derveyî malbatê be.Qubad Talebanî û Bavil Talebanî (kurên Celal Talebanî), Hêro Îbrahîm Ehmed (hevjîna Talebanî), Şanaz Îbrahîm (Xûşka hevjîna Talebanî), Lahor Şêx cengî û Aras Çêx Cengî (birazyên Talebanî) Letîf Reşîd, Mihemd Sabîr, Bêgerd Talebanî, Ala Talebanî (kesên ser bi binemala Talebanî) di nav seroaktiya YNKê de lazime cî bigirin.Posta sekreterê YNKê her ji destpêka damezrandina YNKê sala 1975ê di destê Celal Talebanî de bû.Qubad û Bavil kurên Talebanî şansa mezin heye wê postê werbigirin. Bavil 45 sale û kurê mezin yê Talebanî ye û piştî nexweşketina Celal Talebanî ew li meydana siyasetê diyar bû û niha serokê hêzên dije terorê yên ser bi YNKê ve ye.Qubad kurê duyemê yê Talebanî ye û sala 1977ê jidayk bûye û ew ji mêje bi siyastê mijûle û niha cîgirê serowkezîrê Kurdistanê ye.Niha pirsa aloz eve; Kîjan kurê Talebanî li ser kursiya bavê xwe dirûne û posta sekreteriyê werdigire? Bavil yan Qubad? Gelo Lahor Şêx Cengî ku zelamê Îranê û bi taybetî yên başdarên Îranê ye dê wê osta girign ji bo kurek apo xwe çol bike?Li vi dê rola Kisret Resûl cîgirêTalebanî û niha, piştî mirina Talebanî, kesê yekem di nav YNKê de, dêposta skreteriyê ji bo kurek Talebanî yan Lahorê biraziyê Talebanî çol bike?Piştî referndûmê û 16ê oktobera sala borî ku Bavil û Lahor digel Îranê/pasdarên Îranê û Heşda Şabî rêkefitn û bê çer Kerkûk û deverên medita 140ê teslêmî Heşda Şabî kirin,ji ber vê yekê tê çaverêkirin Îran û Îraq bi hemû hêza xwe piştgita yek ji wan bikin ku posta sekreteriyê werbigirin. lê yên ji derveyî wê grûpê zêdetir terefgiriya Quabd dikin.ji ber van aliziyn YNK nikare bicive û biryara kingereyê bide.