Şerê Îsraîl û Îranê bi tundî berdewam e

Îsraîl û Îran êrîşên xwe yên li dijê hev berdewam dikin. Piştî êrîşên Îsraîlê ku tevahiya rojê bi navber berdewam kirin, Îranê jî bi fûzeyên balistîk êrîşê Îsrail kir.
Di êrîşên Îsraîlê de herî kêm 78 kes, di nav wan de berpirsên leşkerî yên payebilind ên wekî Serfermandarê Giştî yê Îranê Baqirî û Fermandarê Sipaha Pasdarên Şoreşê Selamî jî hebûn hatin kuştin. li gora gahayên medyayê heta niha 320 kes jî birîndar bûne.
Îranê êrîşek li ser Îsraîlê jî da destpêkirin, ku wê wekî “Soza Rastîn 3” bi nav kir. Ji bilî dronan, di êrîşê de bi sedan mûşekên balîstîk hatin avêtin, ku li Tel Avîvê teqîn çêbûn. Li bajarê Bat Yam sê kes hatin kuştin. Li Bat Yam û Rehovotê bi dehan kes birîndar bûn.
Hin mûşekan sîstema parastina hewayî ya “Qubbeya Hesinî” ya Îsraîlê şikandin û bûn sedema teqînan.
Îsraîlê êrîşeke din a asmanî li paytexta Îranê Tehranê kir. Îranê bi pergalên parastina hewayî bersiv da êrîşan.
Li gelek deverên paytext Tehranê teqîn hatin dîtin.
05:30 – MEDYAYA ÎSRAÎLÎ: LI BAT YAMÊ 36 WINDANE
Hat ragihandin ku di êrîşên tolhildanê yên Îranê yên li ser Îsraîlê de, di tevahiya şevê de, dema ku mûşekek li avahiyek 14 qatî li bajarê Bat Yam ê nêzîkî Tel Avîvê ket, 3 kes mirin û 65 kes birîndar bûn.
Xizmetên awarte yên Îsraîlê ragihandin ku wan li Bat Yam û bajarên başûr ên Rehovotê zêdetirî 120 birîndar, ku 5 ji wan bi giranî birîndar bûn, derman kirin.
Medyaya Îsraîlê ragihand ku di avahiyên ku di êrîşan de li bajarê Bat Yam ê li başûrê Tel Avîvê bandor bûne û 36 kes windane.
03:30 – ÎSRAÎL: PÊLA ÊRÎŞAN LI SER TEHRANÊ TEMAMKIRIN
Artêşa Îsraîlê ragihand ku pêla berfireh a êrîşên ku, depoyên sotemeniyê yên li Tehranê yên bi bernameya çekên navokî yên rejîma Îranê ve girêdayî ne hedef digirin, temkirîn armanc temam bûye.
03:00 – TEQÎNEKE BI TUNDIYÊ LI TEL AVÎVÊ
Hat ragihandin ku hin ji mûşekên ku ji hêla Îranê ve hatine avêtin, ji pergala parastina hewayî derbas bûne û li deverên cuda yên Îsraîlê ketine.
Li gorî nûçeyên televîzyona Kanala 12, çar ji mûşekên ku ji hêla Îranê ve hatine avêtin, avahiyên li herêma navendî hedef girtine.
Ji ber mûşekên ku ji Îranê hatine avêtin, şopên geş ên ronahiyê li ezmanê Tel Avîvê hatin dîtin.
Wêneyên kêliyên ku mûşekek ku li herêma navendî ya Îsraîlê ket û teqînek bihêz çêkir, li ser medyaya civakî hatin parvekirin.
Hat ragihandin ku di êrîşa mûşekî de du avahiyên li herêma navendî hilweşiyane û 3 kes mirine û gelek kes jî birîndar bûne.
Xizmeta alîkariya lezgîn a Îsraîlê, Stêrka Sor a Dawid, ragihand ku dema ku mûşek li avahiyek 14 qatî li bajarê Bat Yam, nêzîkî Tel Aviv, ket, 3 kes mirin û 65 birîndar hatin dermankirin.
Xizmeta alîkariya lezgîn a Îsraîlê ragihand ku wan li Bat Yam û bajarê Rehovot ê başûr zêdetirî 120 birîndar derman kirine, ku 5 ji wan bi giranî birîndar bûn.
02.35 – AVAHIYEK LI TEHRANÊ BÛ ARMANC
Hat ragihandin ku avahiyek li navçeya Narmek a li rojhilatê Tehranê, paytexta Îranê, ji aliyê Îsraîlê ve hatiye lêdan.
Diyar bû ku avahiya ku li navçeya Narmek a Tehranê rastî êrîşê hatiye bi piranî wêran bûye.
Di encama êrîşê de hîn jî tu agahî li ser qurbanî an birîndaran nehatiye dayîn.
02.20 – 4 KES LI AVAHIYEKÊ LI ÎSRAÎLÊ HATINE KUŞTIN
Avahiyek du qatî li navçeya Tamra ya li rojhilatê Heyfa, herêmek ku piraniya nifûsê wê Ereb e li bakurê Îsraîlê, di êrîşeke mûşekî ya Îranê de wêran bû.
Di bûyerê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan û gelek kes birîndar bûn.
Avahiyê û wesayîtên derdorê yên ku ji aliyê mûşekan ve hatine lêdan, nekarîne werin bikaranîn.
02.00 – ÎDDÎA KU WEZARETA PARASTINÊ HAT ARMANC KIRIN
Hatiye îdiakirin ku Îsraîlê di êrîşên xwe yên li ser Tehranê de avahiya Wezareta Parastinê jî kiriye armanc.
Di vê navberê de, daxuyaniya ku ji aliyê Artêşa Pasdarên Şoreşa Îranê ve derbarê operasyona ku di bersiva êrîşên Îsraîlê de hatiye destpêkirin de hatiye weşandin wiha ye: “Ger êrîş û binpêkirin berdewam bikin, operasyon dê bi awayekî hîn dijwartir û berfirehtir berdewam bikin.”
Daxuyaniya herî dawî ya artêşa Îsraîlê diyar kir ku Îranê êrîşeke nû ya mûşekî li ser Îsraîlê daye destpêkirin.
01.10 – KATZ: “TEHRAN DIŞEWITE”
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yisrael Katz piştî ku depoyeke petrolê li navçeya Şahranê ya Tehranê kirin armanc daxûyaniyek da û got: “Tehran dişewite”.
Katz, ku berê gotubû ku, eger Tehran êrîşê xwe bidomîne dê Tehran bişewite.
00:50 – TEQÎNEKE BI THÊZ LI TEHRANÊ: DEPOKEK PETROLÊ HAT LÊXISTIN
Di encama êrîşeke Îsraîlê ya li ser depoyeke petrolê li navçeya Şehranê ya Tehranê de, teqîneke mezin li herêmê çêbû.
Her çend pergalên parastina hewayî yên li Tehranê bersiva êrîşan dan jî, hîn jî di derbarê mirî û birîndaran de di bûyerê de daxuyaniyek fermî nehatiye dayîn.
Ji aliyê din ve, di nûçeya ku Ajansa Nûçeyan a Tasnim ragihand de, ji welatiyan hat xwestin ku ji depoya petrolê ya li navçeya Şehranê dûr bisekinin û li van deveran qerebalixiyê çênekin.
00:45 – AVAHIYEK LI ÎSRAÎLÊ HAT HILWEŞANDIN: 1 MIRÎ, 13 BIRÎNDAR
Hat ragihandin ku di encama hilweşîna avahiyeke du qatî li bakurê Îsraîlê di êrîşa mûşekî ya Îranê de, kesek mir û 13 kes birîndar bûn.
Li gorî rapora AAyê ya ji berdevkê dezgeha agirkujiyê ya Îsraîlê, hat gotin ku êrîşa mûşekî ya ji Îranê li çend xalan xistiye û avahiyek wêran bûye.
00.09 – DEPOYÊN SOTEMENIYÊ LI TEHRANÊ HATIN ARMANC
Wezîrê Petrolê yê Îranê got ku di êrîşa Îsraîlê de du depoyên sotemeniyê yên li Tehranê bûne hedef.
23.30 – MÛŞEYÊN HÎPERSONÎK LI DIJÎ HEYFAYÊ
Îranê mûşekên hîpersonîk ber bi bajarê Îsraîlê yê Heyfayê ve avêtin.
Rayedarên tenduristiyê yên Îsraîlê ragihandin ku di encama êrîşa mûşekî ya li bajarê Tamrayê, li rojhilatê Heyfayê, birîndar hene.
23.05 – ÎRANÊ ÊRÎŞEKE NÛ LI SER ÎSRAÎLÊ DESPÊKIR
Artêşa Îsraîlê ragihand ku wan mûşekên ji Îranê hatine avêtin tespît kirine.
Artêşa Îsraîlê ji gel xwest ku biçin cihên ewle û heta agahdariyeke din li wir bimînin.
Televîzyona Dewleta Îranê jî ragihand ku êrîşeke nû li ser Îsraîlê dest pê kiriye.
Rêberê Bilind ê Îranê Xameneyî di posteke xwe ya li ser medyaya civakî de hevoka “Hûn ê bêçare bin” bi kar anî.
Karbidestên tenduristiyê yên Îsraîlê ragihandin ku di êrîşa mûşekî ya li bajarê Tamra, li rojhilatê Heyfayê de birîndar hene.
23:00 FERMANDAREK BILIND Yê îRANê HATE KUŞTIN
Cîgirê Serokê Îstîxbaratê yê Hêzên Hewayî û Mûşekan ên Sipaha Pasdarên Şoreşa Îranê jiyana xwe ji dest da.
21:20 – ÇAPEMENIYA ÎRANÎ: 6 HERÊM DI BIN ÊRÎŞÊ DE NE
Çapemeniya Îranê ragihand ku artêşa Îsraîlê êrîşên tund li paytext Tehran, Hormuzgan, Kirmanşah, Azerbaycana Rojava, Loristan û Xuzistanê li Îranê pêk anîne.
Ajansa Nûçeyan a Fermî ya Îranê ragihand ku hêzên deryayî yên Îranê rê li ber keştiyeke şer a Brîtanî girtine ku dixwest bikeve Okyanûsa Hindî.
20:34 – BERDEVKÊ ARTÊŞA ÎSRAÎLÊ: EM NIHA LI ÎRANÊ DIXIN
Berdevkê Artêşa Îsraîlê got ku, ji vê saetê ve êrîşên li ser Îranê berdewam dikin û got: “Îran hîn jî xwedî cebilxaneyek e ku dikare zirarên cidî bide Îsraîlê. Êrîşên Îranê hîn bi dawî nebûne.”
Dîsa li paytexta Îranê Tehranê dengê teqînan hat bihîstin û tê dîtin ku pergalên parastina hewayî bersiv didin.
19:45 – AJANSA ENERJIYA ATOMÎK A NAVNETEWEYÎ: 4 AVAHIYÊN KRÎTÎK ZERAR DÎTINE
Ajansa Enerjiya Atomî ya Navneteweyî ragihand ku 4 avahiyên krîtîk li Îsfahanê, di nav de tesîseke veguherîna uranyûmê û tesîseke hilberîna waferên sotemeniyê, zirar dîtine.
Li Îsfahanê nayê hêvîkirin ku, rijandina radyasyonê wekî ya li Natanzê çêbibe.
18:50 – PIZIŞKIYAN DAXÛYANÎ DA
Pezişkiyan bal kişand ser wê rastiyê ku êrîş di demekê de hatin ku pêvajoya danûstandinên nukleerî ya di navbera Îran û DYA de berdewam dikir, û diyar kir ku ev rewş nîşana “sextekarî û bêbaweriya” rêveberiya Washingtonê ye.
Der barê operasyonên mûşekî yên Îranê yên ku gelek xalên welêt di bersiva êrîşên Îsraîlê de hedef digirin de, Pezeskiyan hişyarî da û got, “Ger êrîşa Siyonîst berdewam bike, Hêzên Çekdar ên Îranê dê bi tundî û bi hêztir bersiv bidin.”
Pezeskiyan got ku ger êrîşên Îsraîlê berdewam bikin, ew ê beşdarî danûstandinên nukleerî nebin.
18:22 – MEDYAYA ÎRANÎ: BINESAZIYA ENERJIYÊ HATINE ARMANC KIRIN
Li gorî nûçeyên di medyaya Îranê de, tê gotin ku Îsraîlê binesaziya enerjiyê ya Qada Gazê ya Parsa Başûr hedef girtiye.
Medyaya Îranê ragihand ku piştî êrîşê li herêmê agir derketiye.
Piştî êrîşên Îsraîlê, hilberîna rojane ya 12 milyon metrekup gaz ji qonaxa 14emîn a zeviya Huney Pars demkî hate rawestandin.
17:40 – NETANYAHU: ÊRÎŞAN BERNAMEYA NÛKLEYÎ YA ÎRANÊ ÇEND SALAN PAŞVE KIR
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu derbarê êrîşên ku di 2 rojên dawî de li ser Îranê hatine kirin de daxuyanî da. Netanyahu diyar kir ku wan zirareke cidî dane tesîsên nukleerî yên Îranê û got, “Me li tîma zanyarên payebilind ên ku van projeyan pêk tînin jî xist. Êrîşan bernameya nukleerî ya Îranê çend salan paşve xist.”
Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu mûşekên balîstîk wekî gefek mezin bi nav kir û van mûşekan wekî rêbazek din a ku Îran plan dike ku Îsraîlê hilweşîne bi nav kir. Netanyahu got ku wan şiyana Tehranê ya hilberîna çekên weha ji holê rakiriye û got, “Di demek pir nêzîk de hûn ê balafirên Hêza Hewayî ya Îsraîlê li ezmanên Tehranê bibînin. Em ê li her xal û her hedefa rejîma Ayetullah (Rêberê Bilind ê Îranê Ayetullah Elî Xameneyî) bêxin,”
17:20 – “ÎRAN DÊ ÎŞEV ÊRÎŞEKE NÛ YA MÛŞEKAN BIKE”
Radyoya Artêşa Îsraîlê ragihand ku artêşa Îsraîlê hişyarî daye ku Îran dê di şevê de êrîşên nû yên mûşekî li ser welêt bike.
Hat ragihandin ku êrîş dê dişibin êrîşên tolhildanê yên ku şeva Înê hatine kirin.
15:50 – ÎSRAÎL: ÎRAN ÊDÎ NE WEK BERÊ YE
Artêşa Îsraîlê ragihand ku tevahiya şevê li paytexta Îranê Tehranê li nêzîkî 40 cihan êrîşên hewayî hatine kirin.
Di daxuyaniyekê de, berdevka artêşê Effie Defrin behsa êrîşên li ser Îranê kir. Defrin diyar kir ku zêdetirî 70 balafirên şer ên Hêza Hewayî ya Îsraîlê tevahiya şevê li ser Tehranê êrîşên hewayî kirine.
Defrin got ku di van êrîşan de nêzîkî 40 cih bûne harmanc.
Defrin îdîa kir ku bi saya êrîşên li ser pergalên parastina hewayî yên Îranê, “balafir û dronên Îsraîlê bi azadî li ser Tehranê difirin.”
15.10 – ÎRAN: F-35 A ARTÊŞA ÎSRAÎLÊ HAT XWARIN
Îranê îdia kir ku balafireke şer a F-35 a Îsraîlê li rojavayê welêt hatiye xistin.
Li gorî daxuyaniyek ji aliyê artêşa Îranê ve, balafireke şer a F-35 a Îsraîlê li ezmanê rojavayê welêt hatiye xistin. Hat ragihandin ku piştî ku balafir ketî, pîlot bi karanîna kursiya avêtinê xwe avêtiye erdê û çarenûsa wî hîn nayê zanîn. Hat ragihandin ku agahiyên berfireh ên li ser mijarê dê paşê werin eşkerekirin.
Ji aliyê din ve, Berdevkê Artêşa Îsraîlê Avichay Adraee di daxuyaniyek nivîskî de li ser hesabê xwe yê X de îdia kir ku nûçeya ku balafireke şer a F-35 a Îsraîlê li Îranê hatiye xistin ne rast e.
Duh, Îranê jî îdia kir ku 2 balafirên Îsraîlê yên ku li welêt êrîşeke hewayî pêk dianîn hatine xistin. Artêşa Îsraîlê ev îdia red kir. Wêneyên ku tê îdiakirin ku yên bermahiyên balafira xistî ne, di medyaya Îranê de hatin weşandin.