CivakRojev

Şerê du malbatan de,6 jê giran 41 kes birîndar bûn.

Li Qubîna navçeyaÊlihê di qehwexaneyekê de di navbera du komên ciwanan de nîqaşekî dest pê kir û piştre ev nîqaş veguherî şerê bi dar û keviran. Malbat jç tevlî şer bûn. Encam: di nav de 6 jê giran 41 kes birîndar bûn.

Bûyer şeva borî qewimî. Nîqaşa devkî ya ku ji ber sedemeke nediyar li qehwexaneyekî di navbera du komên ciwanan de dest pê kirî, veguherî şerê bi kevir û daran.

Di şerê ku bi tevlîbûna malbatan a bûyerê mezin bû de 6 jê giran 41 kes ji gelek deverên cuda birîndar bûn.

Li ser agahiya navenda telefonê ya lezgîn 112 gelek ekîbên polês û tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Piştî şerê ku bi mudaxeleya polîsan rawestiya, birîndar ji aliyê ekîbên tenduristiyê ve rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Qubînê û Nexweşxaneya Êlihê. Tîmên polîsan der barê şer de lêpirsîn dan destpêkirin.

Back to top button