Serê dêr bi gû ye, binê dêr bi gû ye!
Li Rojava heman pelûl bi serê Kurdan de rijiya. Derfet û destketinên ku ketine dest ji ber nakokî û neyartîya navxweyî di xeterê de ne. PYD a ku nikare xwe ji bin bandora siyaseta PKK derxe û wek PKK li dijî Kurdistanek serbixwe ye..
Nûrî Çelîk
Di dîrokê de gelek fersend û mecal ketin destê Kurdan ku karibin azad bibin û bibin xwedîyê dewletek serbixwe. Lê nebûn, nexwestin yan jî bi xwe ne bawer bûn. Nakokî û berberîyên navxweyî, dubendîtî û neyartîya navxweyî, berjewendîyên şexsî, malbatî, eşîrtî, olî û mezhebî, û vê dawîyê jî berjewendîyên partîtî û desthilatdarîyê rê li ber wan fersendên dîrokî girt û ew fersend ji dest çûn.
Li Bakur, di dema damezirandina Komara Tirkiyê de Atatirk muhtacî alîkarî û piştgirîya Kurdan bû. Heger malbat, eşîr û tevgerên wê demê xwedîyê hest û helwestek netewî bûna, heger di nav wan de tifaq û yekîtîyek xurt hebûya û li ser esasê berjewendîyên netewî bifikiriyana, belkî dikarîbûn cîh li rêveberên Komara Tirkiyê teng bikirana, hinek mafên Kurdan bi dest bixistina û bibûna şirîkê dewletê. Di şerê 40 salî yên vê dawîyê de gelek fersend û mecalên mezin ketin destê Kurdên Bakur. Di meclîsa Tirkiyê de bûn xwedîyê 83 wekîlan, di meclîsê de bûn hêza sêyemîn, bûn xwedîyê gotin û giranîyek mezin, bixwestana karîbûn bibin şirîkê hikûmetê û zêdeyî sed şaredarî ketin destê wan. Ev ji bo Kurdan fersendek mezin û dîrokî bû. Lê ji ber ku serkêşî û hefsar ne di destê Kurdan de bû, ji ber ku ne xwedîyê îradeyek serbixwe bûn, ev fersenda mezin bi destê PKK winda kirin û bûn sebebê helakkirina destketin û derfetên Kurdan.
Li Rojava heman pelûl bi serê Kurdan de rijiya. Derfet û destketinên ku ketine dest ji ber nakokî û neyartîya navxweyî di xeterê de ne. PYD a ku nikare xwe ji bin bandora siyaseta PKK derxe û wek PKK li dijî Kurdistanek serbixwe ye, bi ENKS a ku têkilîya wê bi dewleta Tirk re heye nikare bê cem hev. Bi vî awayî herdu alî jî xizmeta windabûna destketinên li Rojava dikin û fersendên ku ji Kurdan re çêbûne têk dibin.
Rewşa Başûr ji xwe li ber çav e. Nakokî û dijberîyên ku ji salên 60î ve di navbera PDK û YNK (Barzanî û Talabanîyan) de hene, îro jî berdewam in. Fersend û derfeta ku ji dema têkçûna Saddam û heta îro ketiye destê wan di xeterê de ye û ji ber nakokî û neyartîya navxweyî destketinên ku bi xwîna hezarê şehîdan bi dest ketine, li ber têkçûnê ne. Duserîtî, duherêmtî, duartêşî û berjewendîyên malbatî û partîtî hiştiye ku Kurd ji canê xwe bêzar bibin. Yanî, hest û helwestên partîtîyê zora hest û helwestên netewayetîyê biriye û ev yek jî wek xincerekê li ser dilê yekîtîya Kurdên Başûr sekinîye. Her çiqasî PDK û Barzanî di hest û helwestên netewayetîyê de zêdetir mutewazî û Kurdistanî bin jî, ji ber ku ji alî neyarên wê yên wek Îran, YNK, PKK, Tirkiye û Bexdayê ve hatiye dorpêçkirin, heta jê tê siyaset û helwestek nerm dimeşîne da ku karibe xwe li hember wan li ser lingan bihêle û destketinên heyî biparêze. Her çiqasî hinek rastîyên vê siyaseta nerm hebin jî, di encamê de ev siyaseta nerm û tawîzkar hem destê PDK, alîgir û dostên wê jar dike, hem jî destê neyarên wê xurt dike. Pêknehatina maddeya 140 ji ber vê siyasetê ye. Êrîş û tevlihevîyên ku YNK û PKK dikin ji ver vê siyasetê te. Êrîşên dewleta Îran û Tirkiyê ji ber vê siyaseta nerm û tawîzkar e. Ev siyaset cesaretê dide neyarên PDK ku karibin desttêwerdanan di nav kar û barên Başûr de bikin.
Fersend û derfetên ku Amerîkî û Hêzên Hevpeyman ji bo Başûrê Kuristanê çêkiribûn û ji wan re rêya Kurdistanek serbixwe vekiribûn, li ser bingehekî xurt rûnenişt. Êdî Amerîkî û Hêzên Hevpeyman jî ji helwesta Kurdan bêzar bûne û heta bi cîhekî hêvîşikestî bûne. Her çiqasî Amerîka ji bo alîkarîya wan artêşek netewî wek şertê yekemîn danî ber wan jî, heta niha jî artêşek yekgirtî û netewî pêk nehatiye û xuyaye wê pêk neyê jî. Tunebûna artêşek yekgirtî û netewî sebeba hemû kiryar û alozîyên herdu alîyan e. Bi taybet Îran bi rêya YNK rê li ber vê yekê digre û nahêle artêşekek yekgirtî û netewî saz bibe. Artêşek yekgirtî helbet wê bê teref û Kurdistanî be û ji ber vê jî gelek alî naxwazin hefsar ji destê wan derkeve û têkeve destê artêşê.
Sedemek ji sedemên nakokîyên navbera PDK û YNK nakokîyên parvekirina gaz û petrolê ye. Evê yekê bêbawerîya di navbera PDK û YNK de xurttir kiriye. Vê dawîyê li Hewlêrê kujtina Abdullah Resûl (kevneendamê îstîxbarata YNK) bêbawerîya di navbera herdu alîyan de kûrtir kir û nîvtifaqa ku di navbera wan de hebû hejand. Her çiqasî Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bang li herdu alîyan kir ku di vê rewşa zîz û hesas de pirsgirêkan kûrtir nekin û tifaqa xwe xurttir bikin jî, xuyaye wê pirsgirêk bi hêsanî çareser nebin. Serdana Serokê YNK Bafil Talabanî ya ji bo Rojava û hevdîtina wî ya bi Mazlûm Kobanî û Generalê Hêzên Hevpeyman Matthew McFarlane re bi şêweyên cuda hat şirovekirin. Heger hevdîtina bi Generalê Hêzên Hevpeyman re fêdeyek erênî li têkilîyên PDK û YNK bike helbet wê cihê kêfxweşîyê be. Na heger Bafil Talabanî li ser daxwaza Îranê û li dijî PDK hatibe Rojava, ji xwe wê bêhnek genî ji vê serdanê bifûre û wê ne li xêra Kurdan be. Bi vê serdanê belkî Bafil Talabanî hem xwe derxe baqijîyê û peymanên nû di navbera YNK, PKK, Îran û rejîma Şamê de çêke, hem jî navbera xwe û Hêzên Hevpeyman xweştir bike da ku têkilîyên PDK yên bi Hêzên Hevpeyman re jartir bike.
Bi kurt û Kurmancî; PDK bi vê siyaseta xwe ya nerm û xemsarî nikare gavên mezin bavêje û di pêşerojê de wê zêdetir cîh lê bê tengkirin. Çi di pirsgirêk û nakokîyên navxweyî de be, çi di pirsgirêkên bi YNK, PKK; Bexda û dewletên cîran re be, divê carna wêribe destê xwe li masê bixe û hesab bipirse. Yan na, ne di nav Kurdan de, ne jî di nav awira gelemperî de, wê giranî û qîmetê wê nemîne.