Serdemeke nû di pirsa Kurd de
Konfederasyona Kurdên Diyaspora di derbarê pêvajoya li destpêkirî nirxandinek kir û daxûyaniya xwe ragihand.
Daxûyaniya Konfederasyona Kurdên Diyaspora wehaye:
Piştî biryara hilweşandina PKKê, ji bo pirsgirêka Kurd li Tirkiye û li Rojhilata Navîn Serdemeke nû dest pê kiriye.
Di vê serdema nû de gelê Kurd aktorekî bingehin yê vê pêvajoyê ye. Aştiyeke mayînde û çareseriyeke demokratîk tenê bi naskirina nasnameya gelê Kurd mimkun e.
Ji bo ku pêvajo bi serkeftî bimeşe;
• Divê di destûra nû de, nasnameya Kurdan û mafên Kurdan yên hevpar bêne parastin.
• Divê hemû pêkhateyên Kurd di vê pêvajoyê de xwedî gotin û biryar bin.
• Divê rûbirûbûn bi rabirdûyê re were kirin û mekanîzmayên edaletê werin avakirin.
• Divê zimanê dayikê, mafên çandî û siyasî di asta pîvanên gerdûnî de werin naskirin.
• Ji bo şefafî û pêbaweriya pêvajoyê, divê çavdêrên navneteweyî jî tevlî pêvajoyê bibin.
Wek Diakurd, em amade ne piştgirî bidin, her gavek ku li ser bingeha aştî û çareseriya demokratîk bê avêtin. Em, wek Kurdên dîasporayê, amade ne ku beşdariya avakirina lihevkirinek civakî ya pirdeng bibin. Ji bo vê guhertinê, hêviyên civakî û aştiyeke mayînde pêwîst e.
DIAKURD – Konfederasyona Kurdên Diyaspora