Serdema destêwerdana Rojava bi dawî bûye !
Balyozê Amerîkayê yê li Tirkiyeyê û Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê ji bo Sûriyeyê, Tom Barrack daxûyakirin ku, serdema destêwerdana welatên Rojava li Rojhilata Navîn bi dawî bûye. Barak herwiha destnîşan kir ku Peymana Sykes-Picot şaşîtiyek bû û Amerîka wê ti carî dubare nake.
Tom Barrack, li ser tora civakî ya “X”ê daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniya xwe de Barrack got: “Sedsala borî, Rojava nexşe û sînorekî destkird bi ser herêmê de sepand. Peymana Sykes-Picot, Sûriye û tevahiya herêmê ji bo berjewendiya împaratoriyan dabeş kir, ne ji bo aştiyê. Ew şaşîtiyek bû ku nifş li dû nifş bacê wê dan. Amerîka wê şaşîtiyê ti carî dubare nake.”
Barrack herwiha amaje bi wê yekê kir ku “Serdema destêwerdana Rojava bi dawî bûye. Pêşeroj ji bo çareserkirina pirsgirêkên herêmê û ji bo hevparî û dîplomasiya li ser bingeha rêzgirtinê ye.”
Derbarê rewşa Sûriyeyê de, Tom Barrack teqez kir ku karesata li Sûriyeyê ji ber dabeşbûnê derketiye holê û got: “Divê ev welat bi rêya vegerandina rûmet, yekitî û veberhênanê, ji nû ve ji dayik bibe.”