Serdanên PAKê berdeamin
Serokê Giştî yê PAKê Li Amedê Seredana Hereketa Azadî û OSPê Kir
Serokê Giştî yê Partîya Azadîya Kurdistanê(PAK) rêzdar Mustafa Özçelik li gel endamên Bireveberîya Navendîya PAKê rêzdaran Nesrin Askar, Abdurrahman Ecer, Faiz Eşin û Vahit Aba , Îro(06.02.2015) li Amedê seredana Hereketa Azadi û OSPê(Partîya Azadî û Sosyalîzmê) kir.
Di zîyareta yekem de, heyeta PAKê ji aliyê Sekreterê Giştî yê Hereketa Azadiyê rêzdar Adem Geverî, Sekreterê Kar û Barên Sîyasî û Hiqûqî rêzdar Sidqî Zîlan, Koordînator rêzdar Ömer Sönmez , Sekreterê Têkilîyên Derve û Nûnertiyên Derve rêzdar Şahidin Şimşek, Sekreterê rêveberîyên Herêmî rêzdar Yusuf Ziya Döğer ve hate pêşewazî kirin.
Hevditina PAK û OSPê
Di seredana duwem de heyeta PAKê, ji aliyê serokê Giştî yê OSPê rêzdar Sinan Çiftyürek û Serokê OSPê yê bajarê Amedê rêzdar Nusret Maçin ve hate pêşewazî kirin.
Serokê Giştî yê PAKê rêzdar Özçelik jibo piştgirî û beşdarbûna resepsîyonên PAKê, spasiya Hereketa Azadî û OSPê kir.
Di herdu hevdîtinan de jî di derbarê Kurdistanê, Tirkiyê, dinyê û herêmê de û di derbarê yekitiya neteweyî de sohbetên berhemdar pêk hatin.
Di herdu hevdîtinan de jî, heyetan bal kişandin ser grîngîya peywendîyên partî û aliyên siyasî yên Kurd û Kurdistanî. Herweha ji gavên rojane heta xebatên siyasî yên giştî grîngîya germtir kirina têkiliyan anîn zimanî.
Hevdîtina PAK û Hereketa Azadî jî ya PAK û OSP jî bi awayekî dostane û berhemdar derbas bû. 06.02.2015
Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê
45