Nivîsar

Serdaneke Dîrokî

Serdana serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di 16.11.2013-an de li Amedê bi serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan re bûyereke dîrokî ye. Çûyina hozanê gelê Kurd Şivan Perwer jî rengek pir xweş da wê serdanê.

Kî çi hêsabî dike û çawa jî şîrove dike bila bike, tenê bihîstina gotina Kurdistanê ji devê serokwezîrê Tirk bi serê xwe bûyereke dîrokî ye. Ew kesên di vê derbarê de hest û hîsên Kurdan nizanibin û nikaribin xwe têxin dewsa Kurdan, bi Kurdan re empatî bikin, ne dikarin pirsgirêkê şîrove bikin û ne jî dikarin fahm bikin ku ev ji bo Kurdan çiqas girînge. Dewleteke dagirker, ev 90 sale Kurd û Kurdistanê înkar dike, hebûna Kurdan qedexe dikir û hemû zilm zor li ser Kurdan dikir, niha jî serokwezîrê wê behsa Kurdistanê dike.

Û bi taybet jî serdana birêz Barzanî ji bo Şarederiya Amedê û pêşwazîkirina wî ji aliyê Osman Baydemir, Leyla Zana, Ahmet Turk, Altan Tan û Sirri Sakik ve bi serê xwe dîroke. Birêz Baydemir, birêz Barzanî bi dilekî germ pêşwazîkir û di konferansa çapemeniyê de ew bixêrhatina bakurê Kurdistanê kir. Jixwe hildana ala Kurdistanê di Şaredariya Amedê de rengê vê hevdîtinê wek tifaqek dîrokî nişan dida. Aqilê selîm bi ser ket, dilê Kurdan bi vê bûyerê şa bû û xêrnexwaz jî zikreş bûn.

Her çiqas hêvîya hinan hebû ku dê nerazîbûneke tund ji aliyê BDPê ve bê kirin, ew jî bi awayekî pir bi maqûl hate kirin. BDP hin gazinên xwe anîn ziman. Bi baweriya min ev jî pir suriştî ye û divêt ji bona ku şaştêgihiştin ji nava Kurdan rabe, ew bikarin nêrînên xwe eşkere ji hev re bibêjin.

Yên ku niha mêjûyan şêlû dikin Kemalîstin. Ew kemalîstên ku mixabin bi salane di nava BDPê de cirîda diavêjin seriyan gêj dikin. Kemalîst ti carî nabin dostê Kurdan. Ew sedemên hebûna tiştên xerabin û nahêlin tiştên baş ji bo Kurdan çêbibin. Divêt Kurd bi rasyonal tevbigerin, wan Kemalîstan dûrî xwe bixin û êdî guh nedin Kemalîstan. Çimkî ji xêncî zerarê ji bo tevgera Kurd û Kurdistanê fêda Kemalîstan ji Kurdan re çênabe.

Qasî ku helwesta Kemalîstan li ser serdana birêz Barzanî ne baş bû, ewqas nebe jî helwesta çapemeniya Almanya ji xêncî hin îstisnan ez di matmayê de hîştim.

Rojek beriya hatina birêz Barzanî rojnamegerê rojnama „Die Welt“1 Boris Kálnoky gotarek bin navê „Erdogans Schachzug im Land der Ehrenmorde“ (tevgera Erdogan li welatê cînayeta namûsê) weşand. Sernivîsa vê gotarê hemû naveroka gotarê berbat dike. Rojnama Nemsa-Awûstirya „Südtirol News”2 di 17.11.2013-an de nûça “AFP” weşand. Ev nûça di malpera Televîzyona Alman „NTV“ de û wekî din di pir rojnama de hate weşandin. Naverok hinek înformatîve û hinek jî serobino ye. “Televizyona Euronews”3 behsa hevdîtina birêz Barzanî û Erdogan kir û hevdîtina wan wek bûyereke dîrokî bi nav kir. Rojnamegera rojnama “Der Tagesspiegel” Susanne Güsten gotarek weşand. Naveroka wê negatîve. Ez naxwazim naverokê pêşkêşî xwendevanan bikim, herçî kesên bi Almanî dizanin, dikarin di çavkanî de bixwînin.

Rojnama “TAZ”4 hevdîtina birêz Barzanî û Erdogan wek Show dide naskirin. Lê di gotarek din de, ew jî ji rojnama “TAZ”5 xwediyê gotarê Jürgen Gottschlich pirsgirêkê baş analîz dike û dibêje, ev ne Show’e “Erdogan schreibt Geschichte” (Erdogan dîrokê dinivîsîne) Rojnamegerê rojnama “Neues Deutschland”6 Jan Keetman jî dibêje “Erdogan spielt die kurdische Karte” (Erdogan karta Kurdî bikar tine) Rojnamegera “Neue Züricher Zeitung”7 Inga Rogg jî behsa “Grosse Show in Diyarbakir” (Li Diyarbekirê Showek mezin) dike. Gotara ku herî bala min kişand û naveroka wê gelek erênî ye, ya rojnama “Frankfurter Allgemeine Zeitung” e. Sernivîs wiha ye “Verkündung türkisch-kurdischer Brüderlichkeit“, (Îlana biratiya tirk û Kurdan. Mixabin çavkaniya wê li ser înternetê tine, min îro li Zanîngeha Bielefeld xwend.
Belê bi kurtasî ewqas. Bimînin di xêr û xweşiyê de.

18.11.2013

Robîn Fermann

Têbinî:

 


[1] http://www.welt.de/politik/ausland/article121913012/Erdogans-Schachzug-im-Land-der-Ehrenmorde.html

[2] http://www.suedtirolnews.it/d/artikel/2013/11/17/erdogan-traf-irakischen-kurdenfuehrer-barsani.html

Back to top button