CîhanPolîtîk

serdanek ji bo piştevaniya Kurdistanê

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Istvan Simicsko Wezîrê Parastina Hengaria û şandeka bilinda serbazî û dîplomasiya pê re kir.Di hevdîtinekê de Wezîrê Berevaniya Hengaria kêfxweşiya xwe ji bo serdankirina Herêma Kurdistanê û dêtina Serokê Herêmê û Serokwezîr xuyakir û pêdagirî li ser piştîvaniya welatî xwe ji bo Herêma Kurdistanê li şerê dijî terorê nîşanda, bi taybetî ji bo alîkariyên serbazî û meşq û rahênan Pêşmerge.Her wiha got welatî wî û civaka navdewletî bi rêz berê xwe dide rola egîdaneya Pêşmerge li şerê dijî terorê ku berdewam serketinan bi dest tînin û bi xwîna xwe Herêma Kurdistanê û cîhanê ji tirs û gefên terorî diparêzin.Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi spaskirina vê serdanê û piştîvaniyaên Hengaria bo pêşmerge daxwaz kir li ser alîkariyên xwe berdewam be û pesna rola Hengaria li nav hevpeymaniya navdewletî li şerê dijî DAIŞê da û hêvî xwes Hengaria wek endamê hevpeymaniya navdewlet li senterên navdewletî dazwaza piştîvaniya zêdetir û berdewam ji bo Herêma Kurdistanê bike. 

 Her wiha got Pêşmerge li cihê hemû cîhanê şerê terorê dike, ji ber ku teror tenê ji bo Herêma Kurdistanê gefe nine, belkû bo ser civaka navdewletî gefe ye. Li dû re bal kişande ser dawîn pêşhatên şerê dijî terorê û pilana rizgarkirina bajarê Musilê û giringiya demê piştî rizgarkirina bajêr.Her du aliyan her wiha behsa pêş xistina têkiliyên navbera Hengaria û Herêma Kurdistanê bi taybetî li warê perwerde, çandin, kultûrî û bazirganî kirin. Serokwezîr derbarî vê pirsê xuyakir Herêma Kurdistanê amade ye ji bo hêsankarî ji bo bizinsman û sermayedarên Hengaria bo vê yekê li Herêma Kurdistanê weber anînê bikin. 

 Li pareka din bal kişandine ser têkiliyên navbera Herêma Kurdistanê û Îraqê, ku Serokwezîr xuyakir Herêma Kurdistanê dixwaze hemû pirsgirêkên tevî Bexdayê bi riya diyalog û ji hev gehiştinê çareser bike. Her wiha pêdagir li ser giringiya pêşxistin û rêxistina piroseya siyasî li Îraqê kir.Li dawiyê jî, Srokwezîrê Herêma Kurdistanê û Wezîrê Berevaniya Hengaria diyarî pêşkêşê hevdu kirin. 

Back to top button