Polîtîk

Bila parlementerên kurd vegerin Bexdayê

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî derbarê meseleya vergera parlementerên kurd bo parlementoya Iraqê got, bilaparlemanterên Kurd vegerin.Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji Rûdawê re ragihand bi nêrîna wî divê parlemanterên Kurd vegerin Parlamentoya Iraqê. Barzanî got ku vegerîna Kurd a Bexdayê pêwîstiyek e û got: “Ji ber ku em [Kurd] beşek in ji Iraqê û nabe ji pêvajoya siyasî ya Iraqê bêne veqetandin.” Serokwezîr weha axaft: “Em di wê baweriyê de ne ku divê partiyên Kurdistanî li Parlemana Iraqê, di hemû hengavên siyasî yên siberojê de xwedî roleke çalak bin; eynî weke ku berî niha bi yekrêzî, beşdarî li giftûgoyên parlemanê li gel alîyên Iraqî dikirin. Wan rolekî çalak û berçav hebû.” Di dirêjahîya gotinên xwe de Barzanî herweha ew jî xiste rû ku ji bo her cure pêwendiyeke siberojî ya navbera Kurdistan û Iraqê hebûna partiyên Kurdistanî li Bexdayê û beşdarbûna wan li pêvajoya siyasî “gelekî girîng e.” Ji ber biryara paşvedana civîneke parlemanê ku têde dê deng li ser guherandina hinek wezîran bihata dayîn, bi hezaran xwepêşanderên alîgirê “Teyyar el-Sedrî” ku tevgereke îslamî ya şîe ye, 30ê Nîsanê ketibûne avahîya parlemanê û bi rojan ew der dagîr kiribûn. Xwepêşanderên Tevgera el-Sedrî ku bi serperiştiya rêberê dînî Muqteda es-Sedr doza rûxandina hikûmeta Heyder Ebadî dikir, piştî dagîrkirina Parlemanê heqaret li hinek parlemanterên Kurd kiribûn. Piştî vê yekê hemû parlemanterên Kurd vegeriyan Başûrê Kurdistanê û hê jî ne diyar e ka gelo dê careke din biçine Bexdayê yan na. Hinek aliyên Iraqî hewla wê yekê didin Kurdan razî bikin ku vegerine Bexdayê. Heftiya din Serokê Parlemana Iraqê Selîm Cibûrî hate bajarê Silêmanîyê û di gel cîgirê xwe yê Kurd Aram Şêxmihemed civiya û dawa vegerîna Bexdayê jê kir.

Back to top button