Nivîsar

Serdana Nêçîrvan û Rêbaza Barzanî

Rêbaza Barzanî xebatê dixwaze, fedakarîyê dixwaze, piştgirî û hevkarîyê dixwaze, û ji her tiştê zêdetir Kurdayetî û Kurdistanîbûnê dixwaze.

Nûrî Çelîk

Serokatî û rêvebirî ne karê herkesî ye, ne karekî hêsan e, herkes nikare bibe û bike. Bêguman herkes dikare bibe rêvebir, herkes dikare xwe wek rêvebir û serok bibîne, lê nikare erk û taybetmendîyên rêvebirî û serokatîyê bi cîh bîne. Ji rêvebirî û serokatîyê re hinek taybetmendîyên girîng divên. Çend xalên girîng ji wan taybetmendîyan ev in: 1-Hunera empatîyê (hîs û hestên xurt) bilind.2-Dirustî û dadwerî 3-Nûjenî û hunera xwenûjenkirinê 4- Dabeşkirin û hunera komxebatê 5-Îlham û rênîşandan 6- Hişmend û hişmendî 7- Birêvebirin û hunera lihevragirtinê û gelek taybetmendîyên din.

Ne yê ku li pêş dimeşe, yê ku rê nîşan dide serok e. Ne yê ku dibêje, yê ku dike serok e. Rêvebir û serok divê empatîyê bikin, ango hîs û hestên mirovatî û merivantîyê li cem wan xurt bin û karibin êş û azarên milletê xwe bikşînin, bi milletê xwe re rabin û rûnên, bi milletê xwe re bikenin û bigrîn. Serok divê dirust û dadwer bin, ne hevalên xwe û ne jî ferdên milletê xwe neêşînin. Serok divê nûjen bin, ji nûjenî û nûjentîyê re vekirî bin. Serok divê hevpar û hevkarê dabeşkirina xebat û komxebatê bin, divê bi tolerans bin. Serok divê xwedî hest û îlham bin, rê nîşanî xelkê xwe bidin û xelkê wî jê îlham û hêzê bistînin. Serok divê xwedîyê hişmendîyek berfireh û zelal bin, bi hişmendîya xwe çareserîyê ji pirsgirêkên milletê xwe re bibînin yan peyda bikin. Û serok divê xwedîyê hunera birêvebirinê bin û karibin milletê xwe li hev ragirin.

Ev taybetmendîyên ku min li jor nivîsandin beşek ji taybetmendîyên Rêbaza Barzanî ne jî. Rêbaza Barzanî ne tenê şer û berxwedan e, herweha hemû taybetmendîyên mirovî ne jî. 

Ew Kurdên ku xwedêgiravî dibêjin em li ser Rêbaza Barzanî ne, bi taybet siyasetmedarên Kurdên Bakur, heta îro bi qasî serê derzîyê jî Rêbaza Barzanî ne şopandine. Bi gotinê erê, lê di rastîyê de mixabin haya wan qet ji Rêbaza Barzanî çênebûye. Me Rêbaza Barzanî ji xwe re kiriye sîwana berjewendîyê û me xwe pê sitirandiye. Me ji ziyanê pêve nedaye Rêbaza Barzanî. Rêbaza Barzanî xebatê dixwaze, fedakarîyê dixwaze, piştgirî û hevkarîyê dixwaze, û ji her tiştê zêdetir Kurdayetî û Kurdistanîbûnê dixwaze. Di serî de PKK, piranîya kesayet, dezgeh û partîyên ku li dijî PDK û Barzanîyan e, yan jî ewên ku xwe di bin sîwana Kurdistanîbûnê de veşartine, heta îro ji xirabî û neyartîyê pêve ji Rêbaza Barzanî re titişt nekirine. Mebesta min kar û xebat e, dagirtina qada tekoşînê ye. Yan na helbet tu şik û gumana min ji Kurdbûn û welatparêzîya kesekî ji wan tuneye. Ji ber Rêbaza Barzanî kar e, xebat e, tekoşîn e, fedakarî û bedeldayîn e. Ne gotin û galgal e, kirin e, liv û kefteleft e.

Erdheja ku li Bakurê Kurdistanê çêbû brînek mezin di mejî û bedena Kurdan de vekir. Brînek ku bi dehê salan neyê dermankirin û neyê jibîrkirin. Di van rojên qiyametê de alîkarîya her Kurdekî, alîkarîya her dezgeh û partîyekê, alîkarî û piştgirîya her rêvebir û serokekî Kurd cihê kêfxweşî û şanazîyê ye. Em Kurd di rojên teng de muhtacî alîkarîya hev in. Heger di rojên teng û êşdar de em ne li cem hev bin û êşa hev nekşînin, di rojên fireh de ji xwe herkes kurê bavê xwe ye. Di vê qiyameta kesanedî de alîkarî û piştgirîya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Dezgeha Xêrxwazîya Barzanî serê Kurdan di nav xelkê de bilind kir, dilê mexdûrên erdhejê piçekî be jî xweş û germ kir, mirovhezî û xêrxwazîya me Kurdan bi dinyayê da qebûlkirin. Her çiqasî çapemenîya nîjadperets a Tirk xwe kerr, kor û lal kir jî, rastî nehat veşartin, herkesî xêrxwazîya Kurdan dît û ew baştir nas kirin. Bêguman alîkarîyên Dezgeha Xêrxwazîya Barzanî jî ji taybetmendîyên Rêbaza Barzanî ne dûr in, parçeyek ji wê rêbazê ye.

Ji bo me Kurdan şanazî û serbilindîya mezintir, serdana Serokê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ye. Nêçîrvan Barzanî bi serdana mexdûrên erdhejê dilê neyaran reş û dilê Kurdan xweş kir. Nêçîrvan Barzanî bi hatin û serdana xwe dupat û pesend kir ku xwedîyê taybetmendîyên serokatîyê ye. Ew taybetmendîyên ku min li jor behsa wan kir, bi hatina Nêçîrvan Barzanî zelal û zînde bûn. Nêçîrvan ne wek serokekî lê wek neferekî ji mexdûrên erdhejê ket bin kon û çadirê Kurdên perîşan û êşa wan parve kir. Evê yekê carek din nîşan da ku Kurd yek millet e û êşa Kurdekî Kurdekî din dêşîne. Yek ji taybetmendîyên Rêbaza Barzanî jî ev e. 

Hatin û serdana Nêçîrvan Barzanî helbet dilê Kurdên Bakur xweş kir, moral û geşbînîyek mezin da wan. Lê dil dixwaze ku Nêçîrvan Barzanî yan jî hinek rayedarên Hikûmeta herêma Kurdistanê serdana Rojavayê Kurdistanê, serdana mexdûrên erdheja Efrîn, Cindirês û deverên din jî bikin û bi çûna xwe dilê wan jî xweş bikin.

Gotina dawîn, hêvîdarim hatin û serdana Serokê Herêma Kurdistanê kek Nêçîrvan Barzanî ne cara yekem û ne jî cara dawîn be. Salê carekê be jî, serdana Bakurê Kurdistanê, serdana gund û Bajarên Kurdistanê, pirsîn û lêpirsîna rewşa Kurdên Bakur wê ji bo Kurdên Bakur bibe moral, wê bibe îlham, wê bibe hêvî û piştgirîyek mezin. Ji bo pêşxistina kar û xebatên siyasî û Kurdayetîyê jî wê bibe pal û pişteka mezin.

Dîsa ji mirîyan re rehmê, ji zindîyan re sebrê dixwazim. 

Bela serê milletê Kurd sax be.

Back to top button