Polîtîk

Serdana geştiyaran ya Monumenta Helebçeyê kêmbûye

Birêveberê Monumenta Helebçe eşkere dike ji ber sedema karkirin û nûjenkirinê serdana geştiyar û hemwelatiyan ya li ser monumentê kembûye.

Serxêl Xefar Birêveberê Monumenta Helebçe daye zanîn ku ji ber sedemên wê yekê monumenta Helebçe ev demeke karê nûjenkirinê têde tê encamdan nekarîne wekî pêwîst pêşwaziyê li wan hemwelatiyan bikin ku dixwazin serdana monumentê bikin.

Her wiha dide zanîn ji ber karê nûjenkirinê serdana hemwelatiyan û geştiyaran ya monumenta Helebçe gelek kêmbûye, li sala derbasbûyî de zêdetirê 70 hezar kes serdana monumenta Helebçe kirine, li vê salê de tenê karîne li çend mehên derbasbûyî de pêşwaziyê li mîhvanan bikin ku ew jî ji 16 hezar kes serdana monumentê kirine.

Back to top button