Civak
Şer:5 çekdarên PKK-ê jiyana xwe ji dest dan
Li Bilîsê devera navçeya Hîzanê di nav leşker û çekdarên PKK-ê de şer derket. Dema ku leşkera operasyon li herêmê dikiran rasta grubek çekdarên PKK-ê hatin û şer derket.
Li gora medya tirkî radigihîne heta niha 5 çekdarên PKK-ê di vî şerî de jiyana xwe ji dest dane.Herweha du kes jî ji leşkeran birîndarin. Şer vê sibehê demjomêr 11-ê ji berînîvro destpêkir û hê jî berdewam e.
Ji berî du rojan jî li Çiyayê Cudî şer derketibû cardin li gora medya tirkî, 6 polisên hêzên taybet û 7 çekdarên PKK-ê jiyana xwe ji dest dabûn.