Îro Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Serokê Komîteya Pêwendiyên Derve ya Encumena Pîran a Amerîka Robêrt Korker û şanda pê re kir.Di wê hevdîtinê de, şanda mêvan kêfxweşiya xwe bi qehremaniya xelk û hikûmet û Pêşmergeyên Kurdistanê di parastiya navçeyê ji gef û metirsiya navçeyê de û hewandina hejmareke mezin ji koçberan, nîşan da û ragihand ku ewê her li pişta Herêma Kurdistanê bin û welatê wan dê berdewam be li ser alîkariya Herêma Kurdistanê.Korker hevahengiya di navbera Hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqê de di operasyona rizgarkirina Mûsilê de bilind nirxand û got ku pêwîste ew hevahengî di hemû waran de çêbibe.
Pêş
Flaş
01/07/2025
Li Kerkûkê teqînên bi hêz çêbûn
01/07/2025
Serokê şeredariya Îzmirê yê berê hate binçavkirin
01/07/2025
Li Kerkûkê teqînên bi hêz çêbûn
Têkildar
Balkêş e ?
Close - Husiyan fûze avêtin Îsrail28/06/2025