Sendroma dagîrkerên Kurdistanê(!)
Cemal BATUN Di ferhenga siyasî / psîkolojîk a cîhanê de – Sendroma Stockholmê, wekî sendromek empatîyê bi tadekar ê xwe ve tê nasîn. Gava – Sendroma Stockholmê tê gotin melulî û empatiya xelkê Swêdê tê bîr û hişmendiyê. Li gor baweriya min, bi temamî berevajî vê divê – Sendroma dagîrkerên Kurdistanê jî, bi taybetî ji alî Kurdan ve bête nirxandin û radestî siyast û psikolojiya cîhanî ya zanyar ve bête kirin. Çawa – Sendroma Stockholmê bi empatî û meluliyê tê pîvan û nasîn, Sendroma dagîrkerên Kurdistanê – divê bi nefret, fobî û netehemmuliyê mirovî ve bête pêşewazî kirin. Gava xwenêzîkkirina beramberê Kurdan a dagîrkerên Kurdistanê û mixabin xelkên welatên dagîrkerên Kurdistanê bête nirxandin – di wê de nefret, netehemmulî, fobî û dijberî di qada xwe ya herî bilind de ye! Ji alî dagîrkerên Kurdistanê ve dijberiya herî bilind hemberê her tiştê bi Kurd / Kurdistanê ve girêdayî tête dîtin. Nefret, netehemullî, dijberî, fobî hemberê – zimanê Kurd, çand a Kurd, edebiyata Kurd, nasnameya Kurd, welatê Kurdistanê… Di rastiya xwe de, roj nî ne ku nasyonalizma hevwelatiyên dagîrkerên Kurdistanê nefret û kîn a xwe hemberê mirovê Kurd nede diyarkirin. Bi taybetî li metropolên welatên dagîrkerên Kurdistanê ku tê de hevwelatiyê nîjad a dagîrker heye, wekî Bexda, Tehran, Enqere, Istanbûl, Şam û deverên din de, mirovên Kurd rastî êrîşên nefretê nebin(!) Ev yek şermezariyek mezin ji bo van welatan, lê herweha ji bo mirovayetiyê ye jî ku di vê babetê de dengê xwe bi awayek bilind hemberê nefret, kîn, fobiya nasyonalist hemberê Kurd / Kurdistanê bilind nake! * * * * * Di dema dawî de, piştî ku Serokê Kurdistanê birêz Mesud Barzanî hest a welat û gelê xwe – ji bo referendûma diyariya pêşeroja Kurdistanê diyar kir, ji alî Tehran, Bexda, Enqere û Şamê ve bi awayek gelek kîndar û nefret daxuyanî hatin dan. Wezîrê karê derve yê Iranê heta wê rêzê çû ku Sendroma nefret û kîna xwe bi awayek tehdîtkar hemberê gel û Serokê Kurdistanê diyar bike(!) Li gor Komara ”Islamî Dewleta Kurd ne di berjewendiya gelê Kurd û Barzanî de ye (!). Ji xwe Bexda her roj dijberiya xwe hemberê referendûma Kurdistanê ku hest û hêviya gelê Kurd e diyar dike! Enqere dibêje ku ”ew li gel yekgirtina xak a Iraqê ye” (ango li dij dewletbûna Kurd / Kurdistanê ye). Berî çend rojan nûnerê Suriye di Neteweyên Yekgirtî de ku Serokê delegasyona Suriye li hevdîtinên Ceneve bûn, got ku ”yên hizra bidewletbûn an federalizma Kurd bikin bere herin Panadol vexwin(!)” Li hember vê kîndarî, nefret, fobi ya Sendroma dagîrkerên Kurdistanê rêya herî rast piştgiriya bilind û berz a hest a Serokê Kurdistanê Mesud Barzanî – ji bo referendûma azadiya Kurdistanê ye. Xwedîderketina hest a Serokê Kurdistanê, herweha dê hêvî, daxwaz û armanca gelê Kurd a ji bo welat / dewleta xwe, nîşana herî berz a vîna Kurdistanê ye. Her mirovê Kurd, her tevger û rêxistina Kurd ku ji bo gel û welatê xwe dabe rê, divê piştgirê referendûma Kurdistanê be.Vîn û îradeya Kurd ku di referendûmek de pêşeroja xwe diyar bike, divê ji alî raya giştî ya cîhanî û mirovayetiyê ve bi rêz bête pêşewazî kirin. Stockholm, 07 Sibat 2016___________________________________