Cîhan

Senatoya Amerikî li dijî Tirkiye biryarek wergirt

 

Eve demeke li Amerikayê ji bo êrîşa Tirkiye ya rojavayê Kurdistanê û bakurê Suriye û herweha ji bo kirîna sistema S-400 ji Rusyayê, hewldan hene ku hinek cezayên darayî bidin Tirkiye. Ji berî niha di meclisa nûneran de biryara cezakirina Tirkiye hatibû standin.

Niha jî Komisyona Derwe ya Senatoya Amerîkî ev biryara meclisa nûneran qebûl kir. Di komisyonê de 18 senatoran ji bo cezakirina Tirkiye gotin erê û 4 senator jî li dijê biryarê deng dan.

Eger ev cezayên ku hatîn tesbît kirin bibe biryar û li ser Tirkiye bêne çesipandin pêwendîyên Tirkiye û Amerika têkdiçin û pêvajoyek nû di van pêwendiyan de û herweha bi awayê hevpeymaniya herdu welatan de destpê dike.

Rewşa Tirkiye di NATOYê de jî digihe radeyek nûjen. Ji bo vê yekê Tirkiye ji bo ev ceza neyên pêkanîn gelek hewldana dike.

Back to top button