Polîtîk

Şemxanî: Îran li ser alîkarîkirina herêma Kurdistanê berdewam dibe

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê, roja duşemiyê 19.10.2015ê li bajarê Tehranê, paytexta Komara Îslamiya Îranê, ji aliyê Elî Şemxanî serokê civata balaya ewlekariya netewiya Îranê ve hat pêşwzî kirin.Di civînekê de, Şemxanî li hember serdana serokwezîrê herêma Kurdistanê bo Îranê kêfxweşiya xwe nîşan da û tekîd li ser wê yekê kir ku, piştevanî û alîkariya Komara Îslamiya Îranê bo herêma Kurdistanê berdewam dibe, bi taybetî di rûbirûbûne terorê de. Wî îşaret bi wê yekê kir ku têkeliyên kûr û dêrîn navbera herêma Kurdistanê û Îranê hene û ew tu carî naxwazin nakokî û alozî li herêma Kurdistanê serîhilde û Îran aramiya herêma Kurdistanê bi aramiya Îranê dizane û her ji ber vê yekê divê yekrêziya aliyên siyasiyên herêma Kurdistanê bê parastin û pirsgirêk bi rêya diyalog û danûstandina bên çareser kirin, û karê pêşîn rûbirûbûna terorê û kirîza êkonomî be.Nêçîrvan Barzanî sipasiya wê pêşwaziya lê hatiye kirin kir û behsa wan hevkariyan yên Îranê di demên zehmet û dijwar de pêşkeşî bi gelê Kurdistanê kiribûn kir û helwesta Tehranê ji bo piştevanîkirina herêma Kurdistanê di hemû waran de bilind nirxand.Barzanî behsa rewşa meydanî ya şerê dijî terorîstan kir û îşaret bi wê yekê kir ku her çiqas terazûya hêzên li bereyên şer di berjewendiya hêzên pêşmerge de daketiye û serkeftinên pêşmerge li hember terorîstan berdewamin, lê hêşta metirsiya terorê berdewame û hêvî xwest ku alîkarî û hevkariyên Îranê ji bona binbirkirina metirsiya terorê berdewam be.Li dor têkeliyên digel Bexdayê jî, Barzanî got ku pirsgirêk di navbera her du aliyan de hene û pêwîstî bi çareseriyê heye û ji bona vê yekî jî di serdanan xwe de bo Bexdayê dê lêbixebitin beşek ji wan pirsgirêkan çareser bikin bi awayekî di berjewendiya gişt xelkê Îraqê de be.Serokwezîrê Kurdistanê got ku herêma Kurdistanê di kirîzeke êkonomî ya giran de derbas dibe û ji sala 2014ê were budceya herêma Kurdistanê ji aliyê Bexdayê ve hatiye qut kirin û hijmareke gelek zêde ya koçber û penaberan ji tirsa gefên terorîstan hatine herêma Kurdistanê û vê yekê jî bare herêma Kurdistanê girantir kiriye. Ji hemû aliyên siyasiyên herêma Kurdistanê tê xwestin yekrêzî û aramiya Kurdistanê biparêzin û bi rêya diyalogê pirsan çareser bikin û bûyerên nexwestek yên vê dawiyê yên herêma Kurdistanê wisa kir ku hikûmeta herêma Kurdistanê hindek pêngavên pêwîst ji bo aramkirina rewşê pavêje.Weke tê zanîn Nêçîrvan Barzanî bi serdaneke fermû ji bona beşdarîkirin di çalakiyên konferensa cîhanî ya asayîşê ya Munchn serdana Îranê kiribû.

Back to top button