Seminerek li zanîngeha Mûşê
Semînera sêyemîn jî nivîskar û lêkolînerê me Zeynelabidin Zinar, li Zanîngeha Mûşê li salona Ehmedê Xanî bo xwendekarên beşa kurdî ya lisansê domand.
Zeynelabidin Zinar di semînera xwe ya îro de li ser Edebiyata Klasîk rawestiya û piştre jî behsa bipêşketina zimanê kurdî li Ewrûpa xasma jî li Swêdê pêşkêşê xwendekaran kir.
Semînera Zinar a îro bi beşdariya 60 xwendekarên Lîsansê yên kurdî, dekanê beşa kurdî Prof. Dr. Hesen Çiftçi, Doç. Felat Dilgeş û mamosteyê zimanê kurdî yê vê beşê Eyhan Geverî, saet 13.00 hetanî saet 18.00 domand.
Piştî dawiya semînerên sê rojan, Rektorê Zanîngehê Prof. Dr. Nihat Inanç Zeynelabidin Zinarî vexwend meqamê xwe û ew pîroz kir, piştre jî hin diyarî pêşkêşê wî kirin.
Çewa ku tê zanîn, Zinar roja Çarşem û ya pêncşemê jî du semîner li eynî beşa Zanîngehê dabû.
Rojevakurd