Semînera Zeynelabidin Zinar Li Komeleya Mişarê
Roja 23. 11. 2013 qursek li ser Rêzimana Kurdî û roja 24/ 11/ 2013 jî semînerek li Komeleya Mişarê ji aliyê Zeynelabidin Zinar ve hatin dayîn.
Qursa zimên ji bo rojnamevanên Rojnameya Siirten Oteyê bû, semîner jî ji bo her kesî vekirî bû.
Naveroka semînerê Medreseya Kurdî bû.
Li gor agahdariyên Zeynelabidin Zinarî, Medrese di sala 950 de li Kurdistanê ava bûye û piştre Siltan Selahedîn Eyûbî yê Kurdî ew veguhaztiye zanîngeh û daye domandin, tê de gelek şaxên zanistiyê jî bi cih kirine.
Zeynelabidîn Zinar
Herweha Zinar behsa navê gelek medreseyan û pir kesên navdar ku jê derketine kir û sîstema domandina medreseyê bi hûrgilî şirove kir.
Hêja ye bê gotin ku piraniya beşdarên semînerê ciwanên Kurd û hinek jî keçên Kurd bûn.
Bi qederê du saetan semîner domand û piştî pirsên beşadaran jî, bi çepikan geha dawiyê.
Rojeva Kurd / Sêrt