Polîtîk

Selîm: Grûpke aliyek siyasî li Kerkûkê şaşiya siyasî kir

Berpirsekê balayê Yekgirtoya Îslamiya Kurdistanê di hevpeyvîneke xwe de dibêje ku, êrîşa arteş Îraqê û Heşda Şabî bo ser Herêma Kurdistanê referendum ji xwe re kirin hêcet û beriya referendûmê ew pilana Îraqê her hebû.Semîr Selîm endamê polîtbûroya Yekgirtoya Îslamiya Kurdistanê ji dengê Amerîkayê re behsa rewşa başûrê Kurdistanê û rewşa Kerkûkê dike û grûpeke nav partiyeke kurdî bi rêkeftin digel Bexdayê tawanbar dike:- Berî referendûmê me nezanî ew metirsî dê hebin, çunkî me nezanî hêzeke siyasî yan grûpeke nav hêzeke siyasî di kêlîkên dawiyê de dê wê şaşiya siyasî bikin û Amerîka jî dê ji bo hikûmeta Îraqê li dijî kurda, lampa kesik pêxe.Ew berpirsê balayê Yekgirtoya Îslamî naxwaze navê wê grûpê yan jî navê wê partiya siyasî eşkere bike ku pirsa kurdî paşdevegerand bo çargoşeya yekem: – Em hemû û hemû miletê kurd wê grûpê û ew hêza şaşiya siyasî kirî nas dike û dizane kîne, eger bi tenê 48 yan 72 demjimêran li Kerkûkî bergirî û berxwedan bihata kirin, ka çawa li Kobanî bergirî hat kirin, da helwesya siyasiya navdewletî li hember kurda bihata guhertin. Piştî berxwedana Kobanî Amerîka dest bi alîkarîkirina YPG ku baskek PKKê û li ba Amerîka di lîsteya terorê de ye, miamileya xwe pê re guhert. Me nezanî ew şaşiya siyasî dê çê bibe û wê şaşiyê hertişt bi vî awayê heye guhert.

Back to top button