Cîhan

Nameya sekreterê NY bo serokwezîrê Kurdistanê

Antonio Guterres sekreterê giştiyê Neteweyên Yekgirtî (NY) di nameyekê de bo serokwezîrê Herêma Kurdistanê piştgiriya xwe ji bo destpêkirina diyaloga siyasî di navbera Hewlêr û Bexdayê de, li gor destûra Îraqê, nîşan dide.Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi amadebûna cîgirê xwe Qubad Talebanî, roja 15.11.2017ê li bajarê Hewlêrê digel Yan Kobish şandiyê sekreterê giştiyê Neteweyên Yekgirtî li Îraqê civiyan û di civînê de Kibish nameyeke sekreterê NY gihande Nêçîrvan Barzanî.Antonio Guterres di nameya xwe de dilxweşiya xwe diyar dike ku hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta federaliya Îraqê ji bona destpêkirina danûstandinan di çend minasibetan de berheviya xwe nîşan daye û dibêje: “ Ez her du aliyan teşwîq dikim ku ji bona amadekirina atmosferek minasib ji bona destpêkirina danûstandinên rasteqîne gaven pêwîst pavêj in….hêşta gefên DAÎŞê li ser deverê mane û ji bona aşitîbûna niştimanî û zêdetir dabînkirina aramiyê, divê di vê qonaxê de li pêşiya nearamiyê rê bê girtin ”Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê sipasiya serdanan şandeyê û nameya sekreterê giştiyê NY kir û tekîd kir ku Herêma Kurdistanê hertim amadeye pirsgirêkan bi Îraqê re bi rêya daiyalogê û di çarçoveya destûrê de çareser bike.

Back to top button