Nivîsar

Selahattin Demirtaş berbijêrê serokkomariya Tirkiye, berbijêrê kîye?

Berbijêrê serokkomariya Tirkiye yê HDPê Selahattin Demirtaş, di hevpeyvînek ya xwe li gel BBC dibêje ku,Tura duyem de divê Înce, Akşener û Karamollaoğlu pişgiriya min bikin.Dema mirov guh dide tiştên ku Demirtaş dibêje, bivê nevê pirsek tê kirin. Gelo Demirtaş berbijêrê kîye? Gelek aliyên Tirkî û hevalbendên HDPê di nava xelkê de Demirtaş wek berbijêrê Kurda yê serokkomariya Tirkiye didin nasandin. Lê Demirtaş xwe wek berbijerek yê Kurda qebûl nake. Ew dibêje ez berbijêrê Tirkiye me û yekemîn berbijêrê çepim.Eger mirov baş guh bide ku tiştên Demirtaş dibêje tu pêwendiya gotinên wî Kurd û Kurdistanê re tuneye.Demirtaş dibêje: Emê kampanya hilbijartinan de behsa, krîza li Tirkiye bikin,emê behsa demokrasiyek temamî û pêşketina aborî bikin. Divê bê karî û feqîrî ji holê rabe.Divê li hemû dezgehên dewletê bê edaletî rabe.Emê behsa projeyên xwe yên li welat û derveyê welat yên aşitiyê bikin.Demirtaş: HDP partiyek bi hêz ya Tirkiyeye.Mercên heyî daye xuyakirin ku HDP çikas xetek siyasî girîng e. Stratejiya ku partiya me hilbijartinên sala 2015ê rêvebirî , da xuyakirin ku HDP ne partiyek kurdiye û partiyek ya Tirkiye. HDP ev yek ispat kiriye. Di pirsa kurd de cardin pêvajoyek ya şer heye, vê yekê jî girîngiya HDPê behtir kiriye.Selahattin Demirtaş di Twitterekî ya xwe de dibêje: Bila li me hemûyan pîroz be. Em hemû ji bo Edaletê, ji bo azadiyê ji bo aşitiyê û demokrasiyê di HDPê de werin ba hevûdin.Gelek balkêşe ku Demirtaş di hemû hevpeyvîn û gotara xwe de behsa pirsa kurd û behsa Kurdistanê nake. Demirtaş bi hîç awayekî behsa mafê rewa yê gelê Kurdistanê nake û nikare bike jî , ji ber ku ew bi xwe di çerçova siyaseta hêzkirina dewleta Tirkiye de xebatê dike. Demirtaş di rastiya xwe projeyek taybet ya van gotinane.Berbijêrê CHPê Muharem Înce di gotarek ya xwe de ji Demirtaş radikaltir behsa pirsa kurd û çareseriyê vê pirsê dike.Demirtaş bi israr behsa Kurdistanê nake û dibêje divê pirsa kurd bi gotubêje û bi awayek demokratik bête çareserkirin.Gelo li gora Demirtaş li Tirkiye pirsgirêka Kurd çiye? Pirsek netewiye yan jî pirsa demokrasiyê ye? Ev yek neyê zelal kirin tişta ku Demirtaş dike şêlokirina avê ye.Berdewamiya axavtina xwe de demirtaş dibêje: Herdu tifaqên ku çêbûyîn ne çepin û ew du aliyên siyaseta rast temsil dikin. Ez tenê çepim û temsila çepan dikim.Balkêşe ku Demirtaşqet behsa Tifaqa Kurdistanî ji bo Hilbijartina nake.Li vê derê pirsek tê holê.Eger ji bo kurda pîvan pirsa kurd be, li gora vê pîvanê nirxandin çêbin û kurd herweha li gora vê pîvanê bibin xwedî helwest, dê çi ferqê bêxin nava hemû berbijêrên serokkomariya Tirkiye? Eger her kurdek welatparêz bi dilek kurdewarî bersiva vê pirsê bide, dê siyaseta ku kurd yan jî yên xwe Kurdistanî dibînin zelaltir bibe.Nûçe/Analîz

Back to top button