Nivîsar

Selahadîn Bulut Çi kirî ye û çi dike?

Êdî roj tê vir dibe cihê hevdîtina nivîskaran. Di nava hemî kurdan de jî, vir dibe weke zîyaretgehekê.

Bûbê Eser

Ciwanekî çalak bû. Jiyana xwe ji bona azadiya welatê xwe tarxan kiri bû. Şev û roj lê tune bû. Ha ha kar dikir da ku rojekê berî rojekê welatê xwe azad bike.

Bi wê cahd û bi wan xebatên xwe, gelek nas û dost, ji bona doza wan, ew zana û jîr dikirin. Karê wî bû bû xwendin û munaqeşeyên nava welatparêz û şoreşgerên ciwanên weke wî. Ji bona wê jî, xwe jîr û zana kiribû û dikir.

Ew ango Selehadîn ketibû nava leceke weha ku îro û sibê wê li gel heval û hevalbendên xwe Kurdistaneke serbixwer ragihînin. Carna bi rojan, bi mehan heta bi salan ji malbata xwe dûr diket da ku ji bona welatê xwe kar bike, kesan fêrî tekoşîna doza wan bike.

Her weha wî navê xwe ji mezinekî kurd, wêrek, zana û xwedî dadmendiyeke rastteqîn girtibû. Wî jî dixwest weke mezinê xwe Selahadîn Eyyubî bi edalet, durust û xebatkarê welatê xwe be.

Lê di tekoşîna miletê xwe de ew jî weke gelek heval nas û dostan, bi hatina 12 îlona 1980 her çiqasî dixwest welatê xwe neterikîne jî, dem hat mecbûr ma ku li gel çend hevalên xwe, berê xwe berbi rojhilata navîn welatê dagirkerê me Sûrî vekirin. Di sînor de ew û hevalên xwe hatin gulebarkirin. Hevalekî wan bû cangorî, ew û çend kesên din bi birîndarî hatin girtin û şandin zîndana Diyarbekirê ya bi navê 5 nolî ye.

Piştî 8 sal û 6 mehan ji vir tê berdan, ji ber gelek sedeman, li Stenbolê bi cih dibe. Hezkirin û daxwaza wî pirtûk bûn. Ji pirtûkan pir hez dikir û bi xwendina wan jî xwe zanetir dikir. Ji ber vê bû ku wî xwest li Stenbolê ji bona kurdan cihekî pirtûkan difroşe veke.

Vê daxwaza xwe bi vekirina bi navê ”Medya Pirtûkevî” pêk tîne. Roj bi roj wê mezintir û geştir dike. Êdî roj tê vir dibe cihê hevdîtina nivîskaran. Di nava hemî kurdan de jî, vir dibe weke zîyaretgehekê. Eva 30 salên wir bi cahda wî û bi alîkariya hin dilsozan li ser nigê xwe maye. Hêvîdarim ku wê her bimîne…

Selahadîn ne tenê pirtûk difroş bû. Her weha xwendina xwe jî zêde kiribû û hêdî hêdî dest avêtibû karê nivîskariyê jî. Wî bi wan xebatên xwe heta niha çend berhemên hêja, xweş û delal pêşkêşê gelê xwe kirine.

Berhema wî ya talî MEŞA KÎSO ye. Ez bawerim evê berhemek delal be.  Helbet heta ku bikeve destê min ez ê jî weke we hêjayan bixwînim û dîtina xwe li ser wê binivîsînim.

Selahadin li gel Medya Kitabevî hêjayîyekî me ye. Kesên ku di wê zîndanê de razane hemî jî hêjane. Loma divê miletê me kesayetiyên me jî xwedî li wan derkevin.

Destên te sax, mala te ava be, Selahadînê Dêrîkê û nebiyê Selahadîn Eyyubî, ji bona vê berhema te ya delal. Heger me jî ji roja ewil de meşa xwe weka ya Kîso kiribana dibû ku îro em di rewşeke din de bana. Me lez û bez kir. Loma jî me wenda kir.

Pirtûk û xebatên wî yên hatine weşandin:

1-Bihuşta Lal- 2006- Avesta- Çîrok..

 2-Xadim- 2008- Avesta- Roman..

3-Meşa Kîso Çîroka Medya Kitabevi- 2025- Avesta- Bîranîn..

Pirtûkên ku wî amade kirine:

1-Gülüşün Özgürlüğümdür- Hafız Akdemir- 1994- Doz- Portre..

2-Özlemin Gül Sureti- Hafız Akdemir- 1996- Nûjen- Portre..

3-Bir Yalnız Adam Edip Karahan- 2005- Elma- Portre..

Back to top button