Nivîsar

Sêkujiya qirêj!

Dema li Tirkiye behsa siyaseta qirêj tê kirin di cih de mafya tê bîra mirov. Herweha di heman demê de behasa sê kujiya mafya- dewlet û Narkotikê tê kirin. Ev yek rastiyek a siyaseta dewleta Tirk e…

Dara Bilek

Gelek cara di siyasetê de bi awayek pisporî mirov kiryarên xwe yên qirêj dikare veşêre û bi hostahî behsa kiryarên derdora xwe bike. Mixabin di piraniya Rojhilata Navîn de siyaset bi awayek bê brensîb tê rêvebirin. Herkesek ji bo serkeftina xwe her rêyekî mûbah dibîne û siyaseta xwe rêve dibe. Li derdora wî çi dibe , çi diqewime ne xem e. Li ser vê axê navê derewa, siyaseta bê prensip,dizî û pêwendiyên qirêj bûye jîrbûn.

Dema behsa siyaseta qirêj tê kirin gelo çi tê bîra mirov? Di nava Kurdan de ev siyaseta qirêj bi çi awayî tê kirin û vê cureyê siyasetê serkeniya xwe ji kû ve aniye?

Li Kurdistana bakur piraniya siyasetê di bin bandora siyaseta partî û rêxistinên Tirkiye de hatiye dizaynkirin. Yanî di qonaxekî de gelek partîyên Kurda di bin siha partiyên Tirk de dihatin damezirandin û siyaseta wan li gora wê dihat rêvebirin.

Li Tirkiye bandora çanda siyasî bi giranî li Kurda hatiye kirin. Çepitiya rêxistinên Kurd jî çepitiya destê duyem bû û heta wek îro jî mixabin berdewam e. Dema li Tirkiye behsa siyaseta qirêj tê kirin di cih de mafya tê bîra mirov. Herweha di heman demê de behasa sê kujiya mafya- dewlet û Narkotikê tê kirin. Ev yek rastiyek a siyaseta dewleta Tirk e, û ji roja roj heta wek îro berdewam e. Ji xwe vê sêkujiyê dewleta kûr ku behsê tê kirin peyda kiriye.

Mixabin di siyaseta bakurê Kurdistanê de jî ev yek peyda bibû , hêdî navê baronên narkotikê yê Kurda wek karsazan dihata rojevê û pêwendiya van baronên kurd li gel dewletê gelek bi hêzbûn. Pêwendiyeka wan Taybet li gel berpirsên dewletê hebû. Lê di heman demê de li gel hinek aliyên Kurda jî pêwendî pêkanin û heta radeyekî ev rêxistin bi navê arikariyê finanse dikiran. Ji bo vê yekê jî navê wan wek karsazên Kurd hate rojevê.

Siaseta kurd jî hevcedariyek bi siyaseta pakij û bi prensîb heye. Dema behsa siyaseta qirêja a dewleta Tirk tê kirin, pêwiste her aliyek siyasî li Kurdistanê xwe jî ber çavre derbas bike û li çewtî û xeletiyên xwe mikur werê da ku behtir bikaribe baweriyê xelkê re peyda bike.

Dewsa ku hinek aliyên siyasî behsa rastiya xwe bikin , dê dev bavêjin derdora xwe û rastiya xwe veşêrin. Bawerim gerek her aliyek siyasî ji aliyê xwe ve behsa siyaseta qirêj bike û xwe berbiçavre derbas bike , da ku bizanibe , bi zanebûn yan ne zanebûn tekildariyek li vê siyaseta qirêj  bûye yan na.

Bê guman dema behsa vê yekê dikim, ne wateya ku hinek aliyên siyasî tawanbar dikim. Ez dixwazim tenê her aliyek rastiya xwe bizane û li gel raya giştî parveke.

Di rastiya xwe de çikas siyaseta qirêj heyî, ewkas jî siyastek pakij , şefaf û xwedî prensîb heye. Lê siyaseta qirêja ku dezgehên tarî û mafya bandora xwe lê kirî jî di nava kurdan de rastiyek e. Ji xwe ev rastiye ku, navê baronên Eroinê wek karsazên kurd dide nasandin.

Mirov behsa rastiya xwe bike ne kêmasiye. Lê weşartina rastiyan wek tawanek ehlaqî di her qonaxê de dikare derkeve pêşiya mirov.

29.5.2021

Back to top button