Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî, Antonio Guterres di bersiva daxwaza Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê de êrişa mûşekî ya li ser Hewlêrê şermezar kir û hêvî kir, rêyek ji bo Iraqê bê peydakirin, daku bibe çavkaniyeke giring a aramî û istiqrarê li Kendavê.
Roja Sêşemê 16ê Sibata 2021 û piştî êrişa mûşekî ya li ser Hewlêrê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyamekê de daxwaz ji Encûmena Asayişa Navdewletî û rêxistina Netewên Yekbûyî kir, ku metirsiyên êrişa li ser Hewlêrê bi ciddî werbigirin û kar bikin jibo rêgirtin li nehîştina gefên li ser xelkê Herêma Kurdistanê, ew jî bi rêya handana hikûmeta Iraqê bo cîbicîkirina destûrê û bi taybetî jî madeya 140 a destûrê.
Antonio Guterres, Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî di bersiva pirseke Tora Medyayî ya Rûdawê ya derbarê peyama Serokê Herêma Kurdistanê de, peyva “şermezarkirinê” bikar anî ku di aliyê dîplomatîk de giraniya xwe heye û kêm caran Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî wê peyvê bikar tîne û tenê di bûyerên weke êrişa mûşekî ya li ser Hewlêrê bikar tîne. Lê daxwaza Serokê Herêma Kurdistanê tenê şermezarkirin nebû, û daxwaz kiribû ku Netewên Yekbûyî di çareserkirina pirsgirêka Kerkûkê û navçeyên veqetandî de ku çavkaniya êrişa wê dawiyê ya li ser Hewlêrê bû, rol bilîze.
Ew rewşa ku piştî 16ê Cotmeha 2017an li Kerkûkê û navçeyên madeyên 140 çê bûye, bûye sedema çêbûna gefên bi vî awayî li ser Hewlêrê û herwiha çavkaniya gefan bo ser hêzên Hevpeymanan û istiqrara Iraqê.
Ew peyama Nêçîrvan Barzanî eger bêtir li ser xebat bê kirin, dê bibe hincet û bingeheke siyasî ya bihêz ji bo aliyên navdewletî yên weke Netewên Yekbûyî, daku bibin xwedî roleke zêdetir ji bo ku danûstandinên rasteqîn li ser paşeroja wan navçeyan bê kirin.
Lê li cihê pirsgirêka Kerkûkê û navçeyên madeya 140 û têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê, komdengiyeke navdewletî heye ku piştî DAIŞ û terorê, qeyrana aborî mezintirîn gef e li ser istiqrara Iraqê.
Balyozê Brîtanya yê li Netewên Yekbûyî jî derbarê qeyrana aborî ya Iraqê de hişyarî da û daxwz kir, hemû alî nakokiyên xwe bidin alî û li ser budceyeke demdirêj li hev bikin.
Barbara Woodword ji Rûdawê re got: “Iraq rastê qeyraneke aborî dibe, rêjeya bêkarî û hejarî û kêmiya xurakê zêde bûye. Em pêşwazî li destpêşxeriyên hikûmeta Iraqê dikin bo reformên aborî. Em daxwaz ji hemû aliyan dikin ku nakokiyên xwe bidib alî û li ser bûdceyeke demdirêj li hev bikin.”
Amerîka jî ku beriya du salan di gotara wê ya dîplomsiyê de mijara çareserkirina pirsgirêkên navbera Herêma Kurdistan û Iraqê yek ji armancên sereke yên wî welatî bû, niha ew armanc ji lîsteya armancên sereke yên Biden de nemaye.
Richard Miles, Nûnerê Amerîka li Netewên Yekbûyî ji Rûdawê re got: “Ew armancên me ne li Iraqê. Îdareya Biden piştgirî li hevbeşiyeke stratejîk dike li gel iraqeke seqamgîr û demokratîk. Îdareya me hevbeşeke berdewam û cihê baweriyê ya Iraqê ye, ku piştgir li hewlên Iraqê yên li dijî gendeliyê, encamdana reformên aborî û peywendiyên herêmî dike.”
Miles tekez dike, ew piştevaniyê li iraqekê dikin ku “lêpirsînê li gel wan kesan dike ku mafên mirovan binpê dikin û alîkariyên mirovî pêşkêş dike. Iraqek ku piştgirî li hewlên kontrolkirina milîsan dike, herwiha hewlên kontrolkirina wan çalakiyên Îranê ku ne ewlehiyê çê dikin”.