Sekreterê Giştî yê Partiya Komunîst a Vîetnamê Nguyen Phu Trong koça dawî kir
Sekreterê Giştî yê Partiya Komunîst a Vîetnamê Nguyen Phu Trong, di 80 saliya xwe de ji ber pirsgirêkên tenduristiyê koça dawî kir. Ji bo Trong wê merasîma cenaze bê lidarxistin.
Trong ê ku demek dirêj bi pirsgirêkên tenduristiyê re rû bi rû ma û doh jiyana xwe ji dest da, wê bo merasîma dewletê bê definkirin.
Nguyen Phu Trong, ku li Yekîtiya Sovyetê perwerde bû, di dema desthilatdariya xwe de têkiliyên kevneşopî bi Çînê re domand û têkiliyên xwe yên bi Dewletên Yekbûyî re ber bi hevkariyek stratejîk vekir.
Trong li welatê xwe kampanyayek berfireh a dijî gendeliyê da destpêkirin.
PIŞTÎ HO CHI MINH YÊ YEKEM BÛ
Sekreterê VKP yê desthilatdar Nguyen Phu Trong, li şûna serokê berê Tran Dai Quang, ku di sala 2018 de ji ber nexweşiyê li Viyetnamê mir, hat hilbijartin.
Bi pesendkirina parlemanê, Trong bû yekem serkirdeyê ku di heman demê de piştî Ho Chi Minh postê sekreterê giştî û serokê partiyê girt.