Nivîsar

Sekinandina şerê bê armanc erêniye

 

Eve demek e li Bakurê Kurdistanê PKK bi hemi imkanên xwe şerek dijwar dike û hinek berpirsên PKK-ê heta dawiyê behsa berdewamiya şer dikin. Niha ev şerê çîye? Kesên ku behsa berdewamiya şer dikin bi tu awayî nikarin armanca vî şerî bidin xuyakirin. Taybetî piştî bûyerên li Suriye gihat konaxek hesas şerê PKK li Bakur geştir bû. Di vî şerê dawî de role Îran û Suriye gelek berbiçav heye.Ev şer ji helwesta PKK li Suriye nayê cudakirin.

Dewleta Tirk jî bi hemi hêza xwe operasyonan dike û bi balafirên xwe Bakur û Başûr bombebaran dike. Daxuyaniyên, berpirsên dewleta Tirk û yên berpirsên PKK ji bo vî şerî jî balkêşe. Di daxuyaniyên herdu aliyan de pîvana serkevtinê hêjmara kuştiyan e.

Dema pêvajo germ dibe piraniya rewşenbîr û siyasetmedar jî dikevin ber lehiya pêvajoyê û bê hemdê xwe pişgiriya vî şerî dikin. Ev yek bivê nevê dibe sedemek  ne erênî ji bo berdewamiya şer.

Dema dengek ji bo sekinandina şer tê hole herkes cardin di cih de dibe aşitîxwaz. Kesên aşitiyê û sekinandina şer bixwaze nikarin pişgiriya şerekî bikin. Lê li Kurdistana Bakur siyaseta “ îro hale sibe welê“ mixabin serdest e.

Çewtiya herî mezin di siyasetê de ewe ku, tu projeyek mirov siyasî ji bo çareseriyê tunebê û mirov siyasetek rojane li gora helwesta yê li himber xwe rêve bibe. Eve demeke ev şerê heyî wek şerê PKK û AKP tê xuyakirin. Ev yek bi xwe jî giringiyeke ku li ser bê sekinandin.Çima Ak parti û ne dewlet?

Piştî daxuyaniyên serokwezîrê Tirkiye Tayib Erdogan di derbarê pêvajoya Oslo de cardin hêviyek ku şer bisekine derketiye hole.Lê di rastiya xwe de divê mirov çareseriya pirsa kurd û sekinandina şer ji hev cuda bike.

Sekinandina şerek bê armanc ji bo civatê û taybetî ji bo sivîlekirina civatê gavek gelek erêniye. Ev jî ji bo tevgera kurd dibe destkeftiyek ku kurd bikaribin li ser zemînek baştir bi medotên demokratîk ji bo destxistina mafên xwe yên rewa  kar bikin.

Ji aliyê din ve siyaseta di bin şer û çekan de tê kirin siyaseta tirsê ye. Pişîgirtina dîtinên azad û cuda ne. Pêkanina bandorek bi kutekiye li ser civatê.

Îro li Bakurê Kurdistanê yên ku dijê vê siyaseta şer û politikaya ku PKK/BDP bi rêve dibe kemasi hinge PKK gelekin û belkî gelektirbin jî. Lê mixabin siyaseta li gora berjewendiyên rojane tê kirin nahêle ku ev helwesta vê piraniyê bixweye. 

Ji bo vê jî gelek hindik insan vê siyaseta qirêj bi awayek eşkere tînin ziman û behsa çewtiya şer û siyaseta bi nave kurdeyatiyê tê rêvebirin dikin. 

Dema şer bê sekinandin wek sihara sibehê dinya ronî dibe , dê hemi qirêj û pakijiya civatê jî bête xuyakirin. Ew kes yan aliyên rantê ji vî şêrî dixwin û li ser xwînê siyasetê dikin dê bêne eşkerekirin. Siyaseta tirs û tehdîtê dê îflas bike.

Bi kurtahî sekinadina vî şerî di berjewendiya tevgera kurd û herweha di berjewendiya mirovatiyê de ye. 

Ji bo sekinandina şer destpikirina pêvajoyek nû çi ji aliyê hukumetê ve be û çi ji aliyê terefek din ve be û çi ji aliyê PKK ve be gavek erêniye û ji bo sekinandina rijandina xwînê dive pişgirî bête kirin.

Lê cardin ev pêvajo ji bo siyasetek rojane bê destpêkirin û herweha dema li gora hinekan ne pêwistbe pehînekî lê bidin û ji hole rakin destpênebê çêtir e.

Di vê pêvajoyê de dixweyê role nawendên di nav PKK-ê de jî hatiye guhertin. Niha wek gelek caran hatî gotin xwedî derketina BDP-ê li vê pêvajoyê dê çewebe? Eger BDP role xwe yê siyasî bikaribe bileyze û xwe wek muhatab bibîne dê bandorek erênîtir li pêvajoyê bike.

 

30.09.2012

Dara Bilek

 

 

Back to top button