Çekdarên PKKê li rojavayê Kurdistanê du endamên PDKSê revandin
Sekreteriya Giştî ya ENKSê di daxuyaniyekê de ragihand ku, endamê Encûmena Herêmê ya PDK-Sê Ebdilrehman Şeng roja 6ê Hezîranê ji mala xwe ya li gundê Tebqa yê ser bi Dêrikê ve ji aliyê grûpeke çekdar a ser bi PYDê ve hat revandin û heta niha çarenivîsa wî ne diyar e.
Herweha ENKS dibêje ku, endamêk din yê PDK-Sê bi navê Xalid Mihemed Mîro jî roja 9ê Hezîranê ji mala xwe ya li bajarê Dêrikê ji aliyê grûpeke çekdar a ser bi PYDê ve hat revandin.
Sekreteriya Giştî ya ENKSê çekdarên ser bi PYDê ve di ber van binpêkirinan de berpirs dibîne û daxwaza azadkirina dimildest a revandiyan dike.
Herwiha ENSKê bang li hemû aliyên pêwendîdar û Hevpeymaniya Navdewletî ya bi serokatiya Amerîkayê kir ku bizavên pêwîst ji bo rêgirtin li van binpêkirinan bikin û fişarê ji bo azadkirina revandiyan û hemû girtiyên ENKSê bikin.
Gelek vekiriye ku, zil û zordariya çekdarên PKKê li rojavayê Kurdistanê li ser aliyên mixalif berdewam e. Ji roja ku zihniyeta PKKê li rojavayê Kurdistanê bûye desthilat heta niha, bi dehan endamên PDKSê û ENKSê revandine, hinek ji wan heta wek îro bêseruşûnin û mesirêwan nayê zanin. Ji aliyek din ve îekdarêb faşîzanên girêdayî PKKê bi sedan zarok ji malên wan direvînin û dibin leşkeriya icbarî di rêya ereban de didin kuştin.
Rewş ev e, lê gelo di vê derbarê de helwesta aliyên Kurdî çiye? Bedengiya wan li himber vê pîsatiya PKKê tê wateya teswîpkirina siyaseta PKKê li rojavayê Kurdistanê û terorkirina kurdên ji derê PKKê. Bê dengî di vê derbarê de dibe pirsa etîqa siyasî bi xwe jî.