Nivîsar

Seîdê Kurdî, Kurd û Kurdistan

Eve demek e ku di derbarê Mele Seîdê Kurdî de hinek nûçe û belgeyên nû derdikevin holê. Di van belgeyan de tê dîtin ku aliyê kurdbûyîna Mele Seîdê Kurdî, pir bi zanîn hatiye veşartin.

Di van belgeyên ku niha têne weşandin de, piraniya gotinên Mele Seîdê Kurdî yên di derbarê Kurd û Kurdistanê de ku hatine bikaranîn, hemû hatine guhertin û di şûna wan de tiştên din hatine nivîsandin.

Niha di vê rewşê de, kêmasiya kê yan jî ya kîjan aliyan heye?

Berî her tiştî, Tevgera Kurd li Bakurê Kurdistanê piştî têkçûna Şoreşa Îlona 1975an, bi tevahî ber bi çepitiyê ve çûye. Yanî qalibê siyasî, li Bakur bûye îdeolojiya çep. Herweha ev çepitî jî, ya destê duyem bû. Ji be vê yekê jî, Tevgera Kurd nekarî xwedîtî li nirxên xwe yên netewî bi awayê pêwîst bike.

Dema mirov di wê qonaxê de li nirxandin û şiroveyên piraniya tevger, partî û rêxistinên Bakurê Kurdistanê dinêrê, rastîya meseleyan bi awayekî zelal derdikeve holê, weke nirxandinên li ser Şoreşa Îlonê û Barzaniyê nemir, şiroveyên li ser serhildanên Bakurê Kurdistanê û kesayetiyên wek Mele Seîdê Kurdî û bi gelemperî şiroveyên li ser serhildanên Kurdistanê û hwd….

Ji bo vê jî mirov dikare bêje ku ev sedemekî bingehîn bû ku Tevgera Kurd a li Bakur,  xwedîtî li hinek nirxên xwe yên netewî nekir yan jî wan bi çewtî nirxandiye.

Lê pirsa herî girîn ev e ku li Tirkiyê ew kesên ku li pey Mele Seîdê Kurdî û rêbaza wî diçûn, aliyê wî yê Kurdistanî gelek bi zanebûn  winda kirine û tiştên din xistine şûnê.

Li Tirkiyê ew kesên ku xwe li ser rêbaza Mele Seîdê Kurdî dibînin û didîtin, gelo ji bo çi kesayetiya wî  bi aweyek cuda dane nîşandan? Ji ber çi aliyê wî yê kurdayetîyê ji rojeva xwe dexistine?

Îro di roja me ya îro de, kurdên ku xwe li ser rêbaza Mele Seîdê Kurdî dibînin û lê xwedîtî dikin, pêwîst e ku ew heta bikaribin, lêkolînên xwe li ser Mele Seîdê Kurdî kûrtir, hûrtir û berfirehtir bikin, xasma jî aliyê wî yê Kurdistanî derxînin holê û pê bi pê pêşkêşê raya giştî bikin, da her kes zanibe ku Mele Seîdê Kurdî çi bûye.

Li vê derê bi awayekî vekirî hatiye dîtin, çi dema ku pêwîstî bi îdeolojî û nirxên netewî yên Mele Seîdê Kurdî çêbûbe, şagirdên wî yên ne dirust, ew veşartine, guhartine,  tehrîfat di berhemên wî de kirine û herwekî ew ne Kurd be, wî dane nasandin.

Ji vê yekê zêdetir, wan şagirdên sextekar herwekî Mele Seîdê Kurdî li dijê Kurdan be û dijminatî bi Kurdan re kiribe, berhemên wî bi tirkiya nû li gor vîn û daxwaza nijadperestiya tirkîtiyê li hev rats kirine û li dijê Kurdan bi kar anîne?

Li virê gelek pirsên balkêş derdikevin holê: Gelo li kîjan welateke misilman û di nava kîjan miletekî misilman de, peyrewên lîderekî olî, piştî mirina wî, rabûne berehemên wî lîderî hewqas guhartine, li gor berjewendiyên xwe nivîsandine û wî lîderî kirine dijminê miletê wî?  

Eger Kurd di pêvajoyekê de xwedîtî li bîrûbaweriyên Mele Seîdê Kurdî nekiribin, ev nayê wê wateyê ku Kurd ne xwediyê îdeolojîyê bin. Kurd jî di vê cîhanê de dijîn û îdeolojiyên ku li cîhanê hene, bandora xwe li Kurdan jî kirine.

Di nav Kurdan de jî, çep, rast, sosyalist, komunîst, liberal, bawermendê olî û muhavazakar hene. Lê miletekî weke Kurdan bindest ku ji mafê xwe yên netewî dûr in û hêjî doza bidestxistina mafê xwe yê netewî dikin, ev rewş tiştekî din e û nayê wateya ku xwedîtî li kesayetiyên weke Mele Seîdê Kurdî nakin.

Îdeolojiya Kurdan çi dibe bila be, divê armanca wan a sereke bidestxistana mafên netewî be û ew îdeolojiya ku bi bidestxistina mafên netewî re negunce jî, ji bo Kurdan û Tevgera Kurd zerer e. Lazim e jî Kurd ji karên wisa dûr bibin.

Her çi kesê ku di demekê de, di qonaxekê de, di pêvajoyekê de, eger xizmetekê ji bo miletê kurd kiribe, ji bo nasandina Kurdan û bi desxistina mafê Kurdan karekî, xebatekê, kefteleftekê kiribe, divê ew neyê jibîrkirin, neyê windakirin, emekê wî hertim bête bîra nivşên nûhatî yên Kurd û pêşwazîyeke xwedanrûmet jê re bête kirin. 

Divê her kes bifikire û bîne bîra xwe, dema ku Mele Seîdê Kurdî avakirina zanîngehekê li Bakûrê Kurdistanê xwestiye, Siltantiya Stenbolê ew xistine girtîgehê. Lê dema ku dîtine wê nefreta xelkê bête kişandin, vêca ew xistine tîmarxaneyê. Lê Mele Seîdê Kurdî gotiye bizişkê dewletê: ”Ez li çiyayên Kurdistanê mezin bûme, min bi teraziya Stenbola Peljen mekêşe…”

Îcar divê em zanibin ku xwedîderketina li nirxên netewî pêwist e û ev pêwîstî pîvana welatparêziya me Kurdan e.

19.01.2013

DaraBilek

 

 

Back to top button