Sadettin Şan û Bilind Önenê sala par di êrîşa DAIŞ’ê ya ser Konsolgeriya Amerîkayê de koça dawî kiribûn îro li Parka Samî Ebdurehman a li Hewlêrê hatin bibîranîn. Herwiha di merasîmê de nûnerên partiyên siyasî yên Bakur, Rojhilat Başûr û Rojavayê Kurdistanê amade bûn. Bilind Önen û Sadettin Şanê sala par di êrîşa DAIŞ’ê ya ser Konsolgeriya Amerîkayê de koça dawî kiribûn îro danê êvarê li Parka Samî Ebdurehmana Hewlêrê li ber Momenta Şehîdan hatin bi bîranîn. Nûnera Wezerata Şehîd û Qurbaniyên Kurdistanê Lence Dizeyî, Endamê Polîtbûroya Partiya Demokrata Kurdistanê, (PDK) Mesûd Salayî, Serokê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWD) Nizamettin Taş, Endamên ENKS’ê Nûrî Brîmo, Xalid Elî, Keça Celadet Alî Bedirxan Sînem Bedirxan, Endamê PDKS’ê Mahmûd Ezîzî, Serokê Berê yê PDK’a Bakur Rojhat Amedî, Fermandarê Pêşmergeyên Agirî Sait Çürükkaya, Tevgera Ciwanên Kurd ê Sûriyê, Nûnerên Ciwanên Netewî yên Kurdistanê, siyasetmedarên Rojhilatê Kurdistanê beşdarî merasîmê bûn. Mesûd Salayî: Şan û Önen neviyên malbatên niştimanperwer bûn Endamê Polîtbûroya PDK’ê Mesûd Salayî di bîranînê de axaftinek kir û eşkere kir ku Sadettin Şan û Bilind Önen jî beşdarî kerwanê şêhîdan bûne û ew jî bûne qurbaniyên êrîşên DAIŞ’ê. Salayî tekezî bi wê yekê kir ku Sadettin Şan û Bilind Önen neviyên binemalên niştimanperwer ê Dêrika Çiyayê Mazî bûn û dema DAIŞ’ê êrîşî Kurdistanê kir wan jî di sengeran de girtibû. Salayî serxweşî ji malbatên Şan û Önen re anî ziman û eşkere kir ku kujerên êrîşê hatine girtin û ew ê cezayên giran li wan bê birîn. Birayê Bilind Önen Bahtiyar Önen, jî di merasîmê de amade bû û axaftinek kir. Bahtiyar Önen, ragihand ku birayê wî Bilind Kurdistan weke malekê dizanî û ew li ser rêya Qazî Mihemed û Mella Mistefa Barzanî bû. Bahtiyar, amaje li ser wê yekê kir ku şehîdên axa Kurdistanê gelek in û ew jî bi şehîdên xwe serbilind in. Hogirê Sadettin Şan û Bilind Önen Şoreş Serbest jî ji BasNûçe’yê re axivî û destxweşî li Dezgeha Asayîşa Kurdistanê kir. Serbest eşkere kir ku Asayîşa Kurdistanê piştî bûyerê bi 4 rojan kujerên teqînê destgîr kiriye û ew ê ew bi hêvîne ku ew ê sizayeke giran li wan bê birîn.
Mehmed Salih Bedirxan /Bas