Sefîn Dizeyî li gel IBBC rewşa Kurdistanê nirxand
Berpirsê Peywendiyên Derveyê Hikumeta Kurdistanê bi awayeke peywendiya vîdeoyî ya online hevpeyvînek li gel Encûmena Bazirganiya Iraq – Brîtanî (Iraq Britain Business Council (IBBC) encam da û rewşa siyasî û aboriya Kurdistanê nirxand.
Îro 17.04.2020 Sefîn Dizeyî Berpirsê Peywendiyên Derveyê Hikumeta Kurdistanê bi awayeke peywendiya vîdeoyî ya online hevpeyvînek pir zanyarî û giştî li gel Encûmena bazirganiya Iraq – Brîtanî encamda û di derbarê rewş û guhertinên li Herêma Kurdistanê û rewşa siyasiya Iraq û navçeyê û girîngtirîn rûdanên li cîhanê rûdidin li rûyê aborî û siyasî û tendirustiyê ve nirxand.
Li hevpeyvînê de Sefîn Dizeyî tîşk xiste li ser rewşa niha ya Herêma Kurdistanê û li rûyê çawayiya rûbirûbûna şewba Koronaya nû (Kovid-19) her wiha girîngtirîn rêkarên li ber girtine yên ji bo rêgirîkirina geşbûna vê şewbê û kontrolkirina wê ya li Kurdistanê nirxand.
Li beşekî din da jî behsa rewşa dawî ya siyasî li Iraq û navçeyê bi giştî kir û pêkanîna Hikumeta nû ya Iraqê bi awayek ku mafê hemû aliyekî têda parastîbê. Heman demî de pirsa wê qeyrana aboriya dijwar ku îro cîhan têda derbas dibe, ya ji ber şewba Korona û bandorên wê yên li ser aboriya Kurdistanê her wiha pirsa çaksazî û bandora wan hemû rûdanan li ser kertên taybet mijareke dinê vê hevpeyvînê bûn.
Li hevpeyvînê de Sefîn Dizeyî beşdariyê li panela guftûgokirina li gel her yek li birêzan Îsmaîl Mereqe Serokê Desteya Rojhilata Navîn PwC û Serdar Bîbanî Serok û CEO ya Grûpa Serdar kir.