Polîtîk

Sedir xwest ku Malikî ji dev karê xwe berdê

Muqteda Sedr serokê tevgera Sedir, bala serokwezîrê Iraqê Nurî Malikî di derbarê destpêkirina bihara Iraqê de  kişand.

Sedir siyaseta Malikî bi tundî rexne kir herweha daxwaz kir ku Malikî des tji kar bikişîne.

Sedir ji Malikî xwest ku derfetê bide hevpişkên siyasîyên xwe da ku Iraqê ava bikin û bi tundî rexne li karê hikûmeta Iraqê girt, ku bi tenê biryaran digre û gelek wezîran û komên siyasî piştguh dike.
 
Di daxuyaniya xwe de serokê tevgera Sedir, got ku, divê Iraq xizmetê ji welatiyên xwe re bike. Sedir ragihand ku lehiya baranê kul i Bexdayê bûyî sedema xusarek mezin ispat kir ku hukumet nikare xizmeta hevwelatiyên xwe bike..

Sedir pişgiriya xwe ji bo xwepêşandanên li Romadî, Selaheddîn, Diyala û usilê pêktên da diyarkirin. Daxwaz kir ku ev xwepêşandan aşitiyane binû dû.rî pirsên mezhebî bin.

Back to top button