Nivîsar

Bandora Ocalan û PKK

Piştî serokwezîrê Tirkiye Erdogan ragihand ku hevdîtinên wan li gel serokê PKKê Abdullah Ocalan li Îmralî berdewamin, rojeva siyasî bi awayekî berê xwe da vê pirsê û herkesek li gora xwe vê pêvajoyê gotubêj dike. Di nirxandinan de senaryoyên cur bi cur têne holê.

Ji berî her tiştekî hevdîtinên li gel Ocalan ne tiştek nû ye. Gelek cara ev pêvajo pêşketiye heta gihayê qonaxa ku berbiprsên PKK li Osloyê li gel hinek dezgehên dewletê hevdîtinên berfireh bikin.

Lê her carê ev yek bi awayekî ji aliyê dezgehên tarî yên kûr ve hatiye sabote kirin. Dirêjahiya van dezgehan di nav dewletê de û di nav PKKê de jî heye.

Gelo vê carê cewaziya dîtinên li gel Ocalan têne kirin çîye? Dixweyê pileya van hevdîtinan ji yên berê bilindtire. Wek din armanca van hevdîtinan ji aliyê dewletê ve zelal e.
 
Serokê MITê bi xwe di van hevdîtinan de amade dibe. Dewlet dixwaze Ocalan îqna bike ku PKK ji dev çekan berdê. Yanî şerê heyî bête sekinadin.

Gelek caran me bi hinek minasebetan aniya ziman ku, bi her awayî sekinadina vî şerî di berjewendiya tevgera kurd de ye. Ji berku ev şer di avek şêlo de berdewam e û bûye zemînê dezgehên tarî û herweha  aliyek li ser vî şerî siyasî û civakî jiyana xwe berdewam dike.

Eger ev şer bisekine , wê av zelal bibe hingê reş û sipî ji hev kifş dibe. Herweha dê rêya diyalogê behtir vebê û ji bo destxistina mafên rewa yê gelê Kurdistanê metodên demokratîk bêtin  karanîn.

Ji hemiyê girîgtirîn siyaseta di bin siha tifengê xilas dibe, siyaseta akilane û zanyarî dikeve rojevê.

Niha gelek vekiriye ku dewlet ne ji bo mafê kurda li gel Ocalan hevdîtinê dike. Dewlet ji bo ku PKK ji dev çekan berdê van hevdîtinan dike. Ji aliyê PKKê ve tu daxuyaniyên zelal û vekirî tuneye. Lê hinek daxuyanî dide nîşandan ku di nav PKKê de aliyên ku ji van hevdîtinan ne gelekî keyfxweşin hene.

Ji berî niha jî çi hinek bernameyên televîzyonî de û çi hinek nivîsên xwe de min vekirî gotiye ku , divê PKK bi însiyatîfa xwe ji dev şerê çêkdarî berdê. Eger PKK bi însiyatifa xwe ji dev şerê çêkdarî berdê, dê di qada  siyasî de rewşek din werê holê û dê rojeva siyasî bê guhertin.

Di encama van hevdîtinan de tu mafek ji bo kurdan nayê destxistin. Ihtimala mezin ewe ku mercên Ocalan di zîndanê de baştir bibe. Lê sekinadina şer di berjewendiya tevgera kurd de ye. Eger ev şer di encama hinek bazariyan de bête sekinadin û PKK ji dev çek berdê tişteke. Lê PKK bi însiyatîfa xwe tenê bi biryara xwe şer bisekînîne ev dibe tiştek din.

Hingê li gora van herdu alternatîfan zemînê siyasî li Bakurê Kurdistanê tê guhertin.

Tê zanîn ku bi rûdana bûyera Farqînê bandora Ocalan li ser PKKê vekirî kir babetê gotubêjê. Lê bi operasyona dawîanîna greva birçîbûnê cardin bandora Ocalan bi awayekî li ser PKKê hate  avakirin.

Piştî vê operasyonê destpêkirina pêvajoya hevdîtinê jî gelekî balkêşe.

3.1.2013

Dara Bilek

Back to top button