Şêwirmendê Civata Ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji rojnameya New York Timesa Amerîkî re axivî û got: Êrîşa Tirkiyê ya li ser Çiyayê Şingalê ji aliyê me ve êrîşeke neçaverêkirî bû.”Mesrûr Barzanî amaje bi wê yekê kir, ku beriya niha Tirkiyê gelek caran herêmên sînor bombebaran kiriye lê ev cara yekemîn e, ku Çiyayê Şingalê bombebaran dike.Barzanî diyar kir, ku wan ji Tirkiyê xwestiye sedema vê êrîşê eşkere bike û got; “Em hêvîdar in, ku ev xeletiyek be.”Şêwirmendê Civata Ewlekariya Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, jiber vê êrîşê PKKê weke sedem nîşan da û ragihand; “PKK sedema van pirsgirêkan e. Ti pêwendiya vê êrîşê bi xwestin an jî nexwestina me ve nîne. Jiber ku PKK bixwe Tirkiyê radikişe nava herêmê.”Derbarê êrîşa ser Çiyayê Şingalê de Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan gotibû, ku bi ti awayî li hember pêşmergeyan nehatiye kirin û armanckirina pêşmergeyan ew nîgeran kiriye.Firokeyên cengî yên Tirkiyê roja Sêşemê, Çiyayê Şingalê bombebaran kirin û di encamê de 6 pêşmerge şehîd bûn û şervanekî jiyana xwe ji dest da. Hewiha 9 pêşmerge û 5 şervan jî birîndar bûn.Di ehman demê de firokeyên Tirkiyê Çiyayê Qereçoxê li navçeya Dêrikê ya Rojavayê Kurdistanê bombebaran kirin. Li gorî daxuyaniya fermî ya YPGê, di encama vê bombebaranê de jî, 20 şervanên YPGê jiyana xwe ji dest dan û 18 şervan jî birîndar bûn.
Pêş
01/07/2025
DEM operasyona li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê şermezar kir.
01/07/2025
Serokê şeredariya Îzmirê yê berê hate binçavkirin
Têkildar
Balkêş e ?
Close - Divê mijar ne tenê danîna çekan be!30/06/2025