3 parlementerên CHPê ji partiya xwe îstifa kirin û niha wek parlementerên serbixwe dimînin. Parlementerê Îzmîrê Mehmet Ali Çelebi, parlementerê Karabuk Huseyin Avni Aksoy û parlementerê Yalova Ozcan Ozel di parlementoyê de civînek çapemeniyê li darxistin û veqetandina xwe ji CHPê dan diyarkirin.
Tê gotin ku ev hersê parlementer jî tevlî tevgera Welat a Muharem Ince dibin. Van parlementera rexne li CHPê kirin û herweha îdia kirin ku CHP ji çepitiyê û ji rêbaza Ataturk dûr dikeve û rexne li pêwendiyên CHPê û HDPê jî kirin û dan xûyakirin ku; CHP hewldide di bin siha HDPê de bibe desthilat.