Polîtîk

Sê namzedeyên serokatiya herêma Kurdistanê diyar bûn

Sê namzedeyên serokatiya herêma Kurdistanê diyar bûn ku, her sê namzede jî ji Silêmaniyê, duhî, hatin Hewlêrê û navê xwe li ofîsa komsyona bala a serbixwe a hilbijartinan tomar kir.

Li gor çapemnaiya başûrê Kurdistanê, duhî, sê kandîdadên bo postê serokatiya herêma Kurdistanê, li Hewlêrê navên xwe li ofîsa komsyona bala a serbixwe a hilbijartinan tomar ku, biryare di 21 îlonê da hilbijartin bo diyar kirina serokê herêma Kurdistanê bên encam dan.

Qadir Ezîz serokê partiya Ayînde yek ji namzedeyên serokatiya herêma Kurdistanê ye. Kesek din bi navê Rizgar Gelalî rêvebirê fabrîkaya mafuran li Silêmaniyê namzedeyê duyem e û Mihemedê Hacî Mehmûd serokê Partiya Sodiyaldemokratên Kurdistanê jî xwe ji bo postê serokatiya herêma Kurdistanê namzed kiriye.

 

Hêzên mixakifet li başûrê Kurdistanê ku ji Tevgera Goran, Yekgirtuya Îslamiya Kurdistanê û Komela Îslamiya Kurdistanê pêk tê, ew jî xwe amada dikin di navbere Newşêrwan Mistefa serokê Tevgera Goran û Selahedîn Bihaedîn serokê berê yê Yekgirtuya Îslamiya Kurdistanê yekî jê ji bo postê serokê herêma Kurdistanê destnîşan bikin, lê hêşta her sê aliyan li ser yek ji wan lihev nekiriye.

Back to top button