Sê kesayet û serokkomarî
Li Tirkiye ev cara yekeme ku hilbijartinên serokkomar çêdibin. Heta niha serokkomar ji aliyê parlementoyê ve dihata hilbijartin. Herweha ji berî Turgut Ozal her demî kesayetek leşker, generalek teqewit bûyî dibûya serokkomar. Ji xwe tu rolê Serokkomar yê berbiçav tunebû wek sembolekî bû.
Ak-Partiyê demek dirêj xwest sistema Tirkiye biguhere. Erdogan û partiya wî dixwest dewsa sistema niha li Tirkiyî ku wek sistema parlementerî tê navkirin biguherê û sistema serokatiyê , wek Amerîka bîne. Lê nekarî, ji ber ku diviya destûr bê guhertin ji bo vê jî hêza Ak-Partiyê têrê nekir.
Lê ji bo serokkomar hêdî ji aliyê xelkê ve bê hilbijartin qanûn derxistin û di vê derbarê de destûr guhertin.Niha jî Erdogan dixwaze vê yekê di praktîkê de biguherê. Ev cara yekem e, wê berendamên serokkomariya Tirkiye derkevin qada ûji bo xwe propaganda bikin.
Li Tirkiye meha Tebaxê hilbijartinên serokkomariyê encam didin.
Sê berendam hene.
Serokwezîrê Tirkiye û serokê Ak-Partiyê Receb Tayib Erdogan.
Erdogan bibê serokkomar dê li Tirkiye guhertinek berbiçav di sistema dewletê de çêbibe. Ji ber ku wek serokkomarek ji aliyê xelkê ve hilbijartî ,wê xwe behtir xwedî desthilat bibîne. Ji xwe di daxuyaniyên xwe de vê yekê bi awayekî dide xuyakirin. Herweha Erdogan didê xuyakirin û ew gavên heta niha ji bo pêvajoya aşitîyê tavêtan dê berdewam be.
Ekmeleddin Ihsanoglu, berendamê CHPê û MHPê ye. Heta demek dirêj di serîde CHP û MHP bi hevrê lêpirsînek kirin ku berendamekî li dijê Erdogan derêxin. Heta ku Ekmeleddin wek berendamê serokkomariyê nehatî diyarkirin kesekî nas nakira. Yanî di siyasetê de nedihat naskirin û piraniya xelkê cara yekem bi navê wî guhdarbûn.
Ekmeleddin netinê berendamê CHPê û MHPê ye , berendamê herkesên di nav Tirkiye de li dijê Erdogan e. Yanî dijitiya Erdogan Ekmeleddin derxist holê.
Berendamek din jî hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş e. Di rastiya xwe de armanc ji berendametiya Demirtaş çîye? nayê zanîn. Herkes dizanê ku nayê hilbijartin. Ev ne wek hilbijartinên parlementoyêne ku mirov bêje emê çend parlementeran derêxin. Di vê hilbijartinê de mirov ya kar dike yan winda dike.
Gelek vekirî kifşe ku Demirtaş kar nake. Lê dixweyê ihtimala mezin ji bo dengê ku HDPê bigre piranîjî dengê Kurdane ,neçê ji Erdogan re Demirtaş bû berendam. Konjoktora siyasî rê neda ku HDP li gel CHPê û MHPê hevkariyê bike.
Lê HDPê bi awyaek din ev hevkariya xwe da nîşandan.
Demirtaş kurd e,lê ne berendamê kurdane. Ew bi xwe jî vê yekê qebûl nake. Ji ber ku kimya HDPê destnade ew wek berendamek kurd xwe bide naskirin û behsa Kurd û Kurdistanê û nirxên netewî bike. Dê ewê tenê wek kesek serokê Pariyek ku xwe partiya Tirkiye dibîne behsa kurdan bike.
Gelo divê kurdên ji derê PKKê dengên xwe bidin kî? Yan jî divê helwesta partî û dezgehên siyasî yên kurdan çibe?
Bê guman dê her partiyek dîtina xwe eşkere bike.
Dîtina partiyên Kurdistanî di derbarê hilbijartinên serokkomar de girînge. Ji ber ku ev yek dê perspektîfên wan yên siyasî jî bide xûyakirin.
Du rê li pêşiya partî û aliyên Kurdan hene. Yan wê vekirî pişgiriya berendamekî bikin, yan jî dê hilbijartina boykot bikin, yanî naçin ser sendokan. Lê divê herdu haletan de jî sedemên xwe berfireh ji raya Giştî re bêjin.
Dê rojên li pêşiya me di arena siyasî de gelek tişt zelaltir bibin.
Ji bo tevgera azadixwaz a Kurdistanê çi xêrbe xwedê wê bike….
Hêvî jî ewe ku dema tevgera Kurd helwesta xwe bide kifşkirin berjewendiyên Kurdistanî bingeh bigrin..
2.7.2014
Dara Bilek