CivakRojev

Saziya Zimanê Tirkî dê ji bo xwendekarên zimanê kurdî jî “burs” bide

Beşên Kurmancî û Zazakî yên Kurdî jî di nav beşên ku Saziya Zimanê Tirkî (TDK) bursê dide wan in.

Di daxuyaniya Komeleya Zimanê Tirkî û Saziya Dîroka Tirkan a ku di bin banê Saziya Bilind a Çand, Ziman û Dîrokê ya Ataturk de ne, hat destnîşankirin ku ji bo xwendekarên ku beşên Ziman û Wêjeya Kurdî(Kurmanci û Zazakî) tercîh dikin dê burs bê dayîn.

Li gorî daxuyaniyê, hat diyarkirin ku xwendekarên ku di metna danezanê ya serîlêdana bûrsa 2023’an de beşên têkildar tercîh dikin dê heta 4 hezar TL’yî desteka bursa lîsansê bê dayîn ku herî kêm mehane hezar û 500 TL ye.

Di nav beşan de beşên Ziman û Wêjeya Kurdî (Kurmancî-Zazakî)heye.

.

Her wiha ji bo kesên ku di beşên ku wek YKS hatine îlankirin de di rêza ewil de bi puana herî bilind cih digirin dê mehane hezar û 500 TL bûrs bê dayîn.

Li gorî vê yekê xwendekarên ku di beşên Ziman û Edebiyata Kurdî (Kurmancî-Zazakî) de bi pûanên herî bilind bi cih bibin, wê mafê mehane yê hezar û 500 lîreyî werbigirin. Her wiha xwendekarên ku di rêzbenda 15 û 30 hezarî de cih digirin û hîn jî van beşan tercîh dikin jî dê bibin xwedî mafê bûrsê.

Dawiya serîlêdanê dê di meha Mijdarê de be, û beredayî dê ji Çile 2023 ve bêne dayîn.

Back to top button